DAIŞ'ê 4 jin û 9 zarokan qetilkir

10:57


JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Enbarê 4 jin û 9 zarok bi hinceta ku xwestine derkevin derveyî bajêr bi awayek hovane qetilkir.

Li gor agahiyên ku ji Serokê Civata Parêzgeha Enbarê Şêx Hemîd Hays diyar kiriye çeteyên DAIŞ'ê 4 jin û 9 zarokan bi hinceta bê destûr xwestine derbikevin derveyî bajêr,li bajarê Fellûce ya parêzgeha Enbarê ya Iraqêye hatin qetilkirin. Şêx Hemîd di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku sedema qetilkirina jin û zarokan ji ber ku bê destur xwestine derkevin derveyî bajêr ji aliyê çeteyan ve hatine cezakirin. Serokê Civata Parêzgeha Enbarê Şêx Hemîd Hays di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî artêşa Iraq û Heşd el-Şeebî bajarê Fellûce dorpêç kirin, rêya alîkariya ji bo DAİŞ'ê hatiye girtin. Ew jî zextê li welatiyên bajarê dikin û dema kesek bixwaze ji bajêr derbikeve daxwaza pereyek zêde tê kirin. Berî çend rojan çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Dêre Zor ê Sûrî jî 2 jin bi awayek darve kirinê qetil kirin.''

(ch)