Elîf Ronahî: Nêzîkatiya li Rêbertiya me sedema şer û aştiyê ye
11:06
JINHA
BEHDÎNAN- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bibîr xist ku ji 5'ê Avrêlê û vir ve Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi Heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtinan pêk bîne û got, "Ji bo pêvajoya çareseriyê veguhere muzakereyê û aştiya mayînde pêk were, gava bingehîn û ya herî girîng azadî û ewlekiriya tenduristî û jiyana Rêbertiya me ye."
Elîf da xuyakirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd êdî ne rewşeke ku bi hevdîtinên di navbera heyetên dewlet û HDP'ê de were bi sînorkirin e û got, " Divê Rêbertiya me azad bibe, karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û nêrînên xwe bi awayekî azad bi lêv bike. Heta ku şert û mercên Rêbertiya me neyê sererastkirin, heta ku nikaribe bi raya giştî û bi tevgera me re yekser têkiliyê deyne, pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser nabe."
Elîf Ronahî diyar kir ku divê pêvajo di bin sîwana Meclîsê de bi ewlehiyên qanûnî û destûra bingehîn bi awayekî zelal û fermî bê meşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pêwîste pêvajoya diyalogê êdî veguhere muzakereyê, ji bo vê Heyeta Çavdêriyê were avakirin û rojnamevan, rewşenbîr karibin bi Rêbertiya me re hevdîtinê bikin. Ekîbeke sekreterya ya karibe pê re bixebite biçe Îmraliyê û bê û Heyeta HDP'ê jî kengî bixwaze bi Rêbertî re hevdîtinê bike. Pêvajoya diyalog û nîqaşê qediya ye, gelek mijarên divê werin nirxandin hatine nîqaşkirin. Êdî pêwîstî bi avêtina gavên şênber hene."
'Divê guhertinên zagonî û agirbestek zexm pêk were'
Elîf Ronahî anî ziman ku divê Meclîs bikeve dewrê, guhertinên zagonî yên ku pêvajoyê ewle bike pêk were, dest bi amadekariyên destûreke bingehîn a demokratîk bike û destnîşan kir ku agirbesteke zexmkirî girîng e. Ji bo ev pêvajo bigihêje aştiyeke mayînde pêwîste di mijarên li ser li hev hatiye kirin, di navbera aliyan de bi belgeyên fermî werin îmzekirin.
'Nêzîkatiya li rêbertiya me sedema şer û aşitiyê ye'
Elîf diyar kir ku hêviya aştiyê û atmosfera erênî ya bi hilbijartinên 7'ê Pûşberê re derket holê, dikare bi jehrî bibe û rewşeke nû ya şer dest pê bike û got, "Di rewşeke ku rewşa aştiyê xurt bûye de tecrîdkirina mîmarê vê Rêbertiya me, bi awayekî vekirî tê wateya biryara şer. Me her tim ev yek dest nîşan kir; nêzîkatiya li Rêbertiya me ji bo me sedema şer û aştiyê ye. Ne tevgera me, ne gelê Kurd, ne jî hêzên aştî, demokrasiyê nikare van pêkanînên li hemberî Rêbertiya me qebûl bikin. Ev ne pêkan e. Ev yek wê ne tenê bi gelê Kurd, bi tevahiya gelên Tirkiyeyê bide windakirin."
(ch)