KJA li Mêrdînê ji bo qetilkirina jinan û fihûşê Çaliştay li dar dixe
13:18
JINHA
MÊRDİN - Di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi pêşengtiya KJA'yê bi şiara ' Jin jiyan e, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' wê çaliştay were li dar xistin.
Aktivîstên KJA'ê yê der barê çalıştaya ku di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê ji bo balê bikşînin qetlîamên hemberî jinan û fihûşê bi şiara ' Jin jiyan e, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' wê were li dar xistin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ya li avahiya HDP'ê ya navçeya Qoserê hate dayin de ji bilî aktîvîstên KJA'yê rêveberên DBP û HDP'ê ya Mêrdîn û Qoserê, Hevseroka Şaredariya Qoserê Leyla Salman jî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û diyar kir ku li hemberî zîhnîyeta serdest, jin bi salan e di bin pêkûtiyan de dijî û ev rewş di dema hikûmeta AKP'ê de gihîştiye astakî bilind. Perîhan axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Li Kurdîstanê polîtîqayên şerê 40 salî li ser bedena jinê hate peyikandin. Lewre li Kurdîstanê pêkutî, tundî û fihûşa li hember jinê tê meşandin tevahî ji encama polîtîqayên dewletê pêk tê. Li cihana ku her roj qetilkirina jinan pêk tê, em nikarin behsa demokrasi û azadiyê bikin.'' Perîhan da xuya kirin ku ji bo qetilkirin,tundî û fihûşa li ser jînê pêk tê re bejin 'bes' wê bi pêşengtiya KJA' yê, bi şiara 'Jin jiyan e, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' çalıştay li dar bixin û li gor encamên çalıştayê dê xebatên xwe bidomînin.
Perîhan di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna çalıştaya ku di 7'ê Tîrmehê de li Navenda Etût ê Mehmet Yalçin a Şaredariya Qoserê de di seat 09.00'an de wê pêk were kir.
(ch)