Bangawaziya ji bo Kobanê: Fitre û zekatên xwe bişînin Kobanê
16:41
JINHA
AMED - Koordînasyona Avakirina Kobanê ya DBP'ê di daxuyaniya xwe de ji bo Kobanê bangawaziya hestiyariyê kir ku hemû kes fitre û zekatên xwe ji Rojava re bişîne.
Li Amedê ji alî Koordînasyona Avakirina Kobanê ya DBP'ê, ji bo bangawaziya hestiyariyê ya fitre û zekatên meha Remezanê bişînin Rojava daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya li avahiya KCD'ê hate dayin de endamê koordînasyonê Hûseyîn Yilmaz axivî û bal kişand ku li Rojava ji ber êrîşên ku pêk tê bi hezaran kes hatiye mexdûr kirin û got: ''Fitre û zekatên xwe divê em bi Rojava re parve bikin.''
Hûseyîn bi bîr xist ku ji ber êrîşên DAİŞ'ê ya hemberî Rojava li pir qadan kêmasî tê jiyandin û diyar kir ku alîkariyên wek derman, cilên zarokan û xwarinê dikarin li Komeleya Piştevanî ya Rojava, KCD'ê û Serokatiya Daîreya Xizmeta Civakî ya Sûmerparkê re bişînin. Hûseyîn, li ser navê koordînasyonê bangawaziya hestiyariyê jî li gel kir û da zanin ku fitre û zekatên xwe bila bişinin Rojava re.
Ji bo piştevaniya şandina fitre û zekatan navnîşanên ku hatine diyar kirin wiha ye:
Numara Hesaba Bankaya Weqfê:
TL: TR 67 0001 5001 5800 7303 5916 20
ji bo doviz: TR 36 0001 5001 5804 8015 5423 00
Hesabê bexşa Komeleya Rojava
Numara İban ya Hesaba Bankaya İş:
TL: TR 96 00 0640 0000 1830 3089 3306
Hesaba USD : TR 03 00 0640 0000 2830 3021 2871
Hesaba Euro : TR 13 00 0640 0000 2830 3021 2885
SWİFT- kod: ISBKTRIS
(ch)