Dayika Saman Naseem: Me tû agahî negirtiye

17:39

JINHA

HABER MERKEZİ- Dayika Saman Naseem diyar kir ku agahiyên ku di çapemeniyê de derdikeve ne rast e û got: ''Me tû agahî ji Saman negirtiye'' Dayika Saman da zanîn ku rejîma Îranê jî ji bo dîtina Saman Naseem bangî wan nekirine û got: ''Agahiyên der barê vê mijarê de derketiye ne rast e.''

Saman Naseem yê girtiyê sîyasî ye di 20'ê Sibata 2015'an de hate diyarkirin ku ji alî rejîma Îranê ve hatiye darvekirin, lê çend rojên dawî hin agahiyên ku rejîma Îranê Saman darvenekiriye derdikeve û ji malbatê re hatiye ragihandin ku biçin kurê xwe bibînin. Ji bo agahdarbûna ji rewşê malbat ji RojNewsê re axivî. Dayika Saman Naseem Xedîce Omerî li ser vê rewşê anî ziman ku kesê ji wan re negotiye werin serdana kurê xwe û wiha berdewam kir: ''Em bi mehane di nava bendewariyê de ne ku agahiyek li ser Saman bigirin, lê heta niha tû bersivek ji me re nehatiye dayîn''.


'Ez ê heta dawiyê doza kurê xwe bişopînim'


Dayika Saman Naseem îdiayên ku dibêjin ji malbatê re hatiye gotin ku werin kurê xwe bibînin, derew kir û wiha got: "Me ji Saman re parêzerek nû girtiye. Parêzer ji me re got; agahiyek heye ku Saman nehatiye darvekirin hûn biçin lê bigerin. Em jî bi caran çûne Zencan, Tebrîz û Ûrmiyê, lê heta niha tiştek ji me re nehatiye gotin."

Dayika girtiyê Kurd Xedîce da zanîn ku dozgerê Ûrmiyê ji wan re gotiye Saman nehatiye darvekirin, li cihek nediyare û ew nikarin nîşanî wan bidin.Li ser vê agahiyê Xedîce diyar kir ku wê di demek nêz de ji bo dîtina dozger dîsa biçin Ûrmîyê û got: '' Ez ê heta dawiyê doza kurê xwe bişopînim."

'Saman Naseem kî ye'

Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Naseem, di meha Avrêl a 2013'an de li bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê dadgehekê ve ji ber endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi îdiaya dijminatiya Xweda (moharebeh), li cîhanê bê exlaqî (ifsad fil-arz) û çalakiya çekdarî ya li hemberî Muhafizên Şoreşa Îranê sûcdar hat dîtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Saman Naseem ji bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, dema hat girtin 17 salî bû. Saman Naseem di pêvajoya binçav û girtîgehê de rastî gelek îşkenceyên giran hat û di 20'ê Sibat a 2015'an de iddaya darvekirina wî hate ragihandin.

(ch)