Ciwanan li Cizirê projeya pirtûkxaneyê dan dest pê kirin

09:10

JINHA

ŞIRNEX - Platforma Xwendekaran a Cizirê û Komeleya Beşîktaşî ya Cizirê, li çar cihên cuda yê Cizirê projeya pirtûkxaneyên biçûk dan dest pê kirin.

Endamên Platforma Xwendekaran a Cizirê û Komeleya Beşîktaşî ya Cizirê ku ji xwendekaran pêk tê , li çar cihên cuda yê Cizirê projeya pirtûkxaneyên biçûk dan dest pê kirin. Îpek Oslo ya endama Platforma Xwendekaran a Cizirê ye, armanca avakirina platformê vegot û wiha axivî: '' Me xwest ku wek kesên xwendekar em ji bo navçeya xwe tevkariyek pêk bînin û çi ji deste me tê em bikin. Lewre me li vir di bin şertên zor û zehmet de xwendin, ji ber vê em naxwazin ku zarokên me jî heman zehmetiyan bikşînin, me dest bi vê projeye kir. Çalakiya me ya yekemin a bi rêxistinkirî di sala 2012'an de li Cizirê bi çandina daran dest pê kiribû. Niha jî em wek platformek çalaki û projeyên xwe berdewam dikin.

Platform, Nîhat Kazanhan jî ji bîr nekir

Îpek der barê xebatên xwe yên Cizirê de jî agahî da û wiha axivî: ''Hevalên me yên ku beşa Derûniyê dixwendin, ji bo piştgiriya psikolojik bidin malbatên Kobanê xebitîn. Em xwendekarên Cizirê ji bo Cizîr paqij were girtin, me dest bi projeya paqijkirinê kir û me çopên kolanên Cizirê top kir. Ji bo piştevaniya Kobanê me stant jî vekir û dahatuya ku hate bi dest xistin, me şand Kobanê. Me ser navê Nîhat Kazanhan ya li Cizirê ji alî polîsan ve hatibû qetilkirin pêşbirka wêne û zanyariyê saz kir ku Nîhat neyê ji bîr kirin. Di heman deme de me xwest ku bi vî awayî em balê bikşînin doza Nîhat Kazanhan ya li Cizirê tê dîtin.

'Armanca me xurtkirina piştevaniyê ye'

Endamê Platformê Fatma Deger jî bal kişand ku projeya pirtûkxaneyê bi armanca ku ji kesên pêwistiyan wan hene re pirtûk û çavkaniyan bi dest bixin dane dest pê kirin û got: ''Li heremê ji ber ku ji alî pirtûk dîtinê de pirsgirêk tê jiyandin ev proje girîng e.'' Fatma da zanîn ku ji pirtûkxaneyan yek dê li Birca Belek, yek jî li Parqa Cizirê wê were ava kirin û wiha berdewam kir: '' Em ê pirtûkên xwe yên ku naxwînin deynin van pirtûkxaneyan ku kesên pêwistiyên wan hene karibin sudê wergirin. Armanca me zêdekirina hînbûyina pirtûk xwendinê ye.''

Fatma di dawiya axaftina xwe de ji bo avakirina pirtûkxaneya Cizirê bangawaziya piştgiriya pirtûkan kir.

(pz-ma/ch)