Lêgera dadê ya Şîrîn Emin berdewam dike

09:13

Newroz Dijwar/JINHA

SİLÊMANİ - Lêgera dadê ya hevsera Kawa Germiyaniyê ku li navçeya Kelar ya Silêmaniyê di mala xwe de ji aliyê kesên nasnama wan nediyar ve hatî qetilkirin Şîrîn Emin berdewam dike. Şîrîn diyar kir ku yên hevserê wê qetilkirine hîna nehatine darezandin û got: "Heya ku dadgeh faîlên Kawa dernexin pêş darazê dê weke xalek reş ya navçeya me bimîne."

Di sala 2013'an de li navçeya Kelar ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê di mala xwe de li ber çavê dayîka xwe ji aliyê kes yan kesên nasnama wan ne diyar ve hat qetilkirin. Du sal ser qetilkirina Kawa Germiyanî re derbasbû. Hevsera Kawa Germiyanî Şîrîn Emin da zanîn ku heya faîlên hevserê wê nayên dîtin û darezandin dê lêgera wê ya dadê berdewam bike. Şîrîn bang li hemû kesên lêgera wan ya dad û azadiyê heyî kir ku li doza Kawa xwedî derkevin û wiha domand: "Rojnamegerên weke Kawa, Serdeşt û Soran ji ber dengê xwe bilind kirin hatin qetilkirin. Ez hêvîdarim ku rojekê qatîlên Kawa, Serdeşt û Soran bên cezakirin. Dad cihê xwe bibîne. Ezê wê rojê bawerbikim ku ez bi çavê xwe dibînim. Ez heya dawiyê tekoşîna avê bidim."

'Ji bo dad cihê xwe bibîne Kawa rojnamegerî dikir'

Şîrîn destnîşan kir ku Kawa di sala 2003'an de bi wênekêşanê dest bi karê rojnamegeriyê kir, di nava xebatên xwe de her dem tehdîda qetilkirinê digirt û wiha berdewam kir: "Gelkek caran hevserê min hat girtin û hat avêtina girtîgehan. Li gel dibin tehdîda mirinê de jî bû ticarî dest ji gotina rastiyan berneda. Kawa ji bo gel tekoşîn kir, ji bo dad cihê xwe bibîne rojnamegerî kir. Ji ber li welatê me bê dadî û dizî heye, ji bo dad cihê xwe bibîne û rastî derkeve holê rojnamegerî kir. Kawa xwest bi pênûsa xwe şoreşê bike. Yên Kawa qetilkirin ji pênûsa wî tirsiyan. Tirsiyan ku dad cihê xwe bibîne."

'Ez ji dada dadgehê bawernakim'

Şîrîn anî ziman ku dadgeh ji partiyên deshilatiyên herêmê bê alî biriyaran nagire û wiha dom kir: "Ez bawerdikim ku dadgeh ne dadwere. Dema ku dadgeh faîlê Kawa dernexe holê dê di navçeya me de weke xalek reş bimîne. Li piş qetilkirina Kawa partiyên deshilatiyê hene. Salekê em li ber derê dadgehê man lê me ti encam negirt. Dagehê ji partiyên deshilatiyê bê alî biriyar neda. Ji bo dadê êdî zê çî bêjim nizanim. Tenê diştek heye, dad cihê xwe bibîne."

'Zarokên min bê bav hêlan'

Şîrîn bilêv kir ku piştî qetilkirina Kawa 17 rojan wê zarok anî diniyayê û wê zaroka wê bê bav mezin bibe û wiha pêde çu: "Dema ku Kawa hatî qetilkirin ez ducanî bûm. Ew ji bo min gelek zor bû. Destur nedan em bi hev re Amed mezin bikin. Dema ku Amed hat diniyayê deshilatiyê ew bê bav hêla. Ez û hevserê xwe Kawa jî bê bav mezin bûn. Min û Kawa me pilana 'Emê bi hev re Amed mezin bikin' danîbû. Ewqas ji bo min zor ku ez nikarim bînim ziman. Em li Amed nanêrin. Çî gunehê zaroka min hemû hêzên tarî ew bê bav hêla. Dê Amed destê bavê xwe negire û dê bavê wî jêre xelat negire... Çî sucê Amed heye."

'Ez dixwazim cihê Kawa hêlaye berdewam bikim'

Şîrîn da zanîn ku berê ew rojnamegerbûye lê dema ducanî bûye navber daye karê xwe, niha jî dixwaze cihê hevserê wê hêlayî berdewam bike û wiha domand: "Ger rojnamgeriyê bikim divê weke Kawabim. Ez bi Kawa re zewicîbûmî, lê di heman demê de pirojên me hebûn. Kawa ji mêrên dinê cudabû. Her dem pêşketina min dixwest. Roportaj û bernameyên tayîbet yên me dayîn pêşiya xwe hebûn. Li Germiyanê kovarek ya Kawa derdixist hebû. Heya ji destê min dihat ez dibûm alîkar. Lê dema ku ez ducanî bûm, neçarmam navberê bidim karê xwe. Niha jî ji ber Amed biçuke ez nikarim karê xwe bikim. Ez dixwazim cihê Kawa nîvî hêlayî berdewam bikim. Ez naxwazim weke rojnamegerek ji rêzê bixebitim. Dema ku ez dad û rastiyê derxînim holê ezê wê demê bigihim asta xebata Kawa. Ger rojnamegeriyê bikim divê weke Kawa bim."

(zt/