Emine Ayna: Çareserî bi azadiya Ocalan gengaze

10:10

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Hevseroka Giştiya DBP'ê Emîne Ayna balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û got: "Dema ku Ocalan nekeve navê pêvajo naherike. Yên dixwazin vî karî biqedînin, bawer dikin û yên dibêjin 'em êdî naxwazin ser pirsgirêka kurdan bipeyîvin' divê li hev bicivin û bêjin; 'Divê Ocalan azad bibe'. Ji qêrîna azadiyê ya hevpar zêdetir rê nîne."

Bertekên li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe mezin dibe. Tecrîda gelek caran ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin ji 5'ê Nîsanê heya niha cardin berdewam dike. Girêdayî tecrîdê Hevseroka Giştiya DBP'ê Emîne Ayna destnîşan kir ku tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike nayê pejirandin û wiha domand: "Heya Ocalan azad nebe dê ji pêvajoyê ti encam neyê girtin û divê ev bê dîtin. Weke platform û siyasetmendar me her dem wiha diyar kiriye; dema ku di hevdîtinekê de ji du aliyan yek di destê yê dinê de girtîbe ti encam nayê girtin. Rewşek wiha ne em û ne jî gelê kurd na pejirînin."

'Yên di pêşiya şer de tên dîtin di sarayan de xwe didin jiyan kirin'

Emîne anî ziman ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe dê pirsgirêka kurd pir bi hêsanî bê çareser kirin. Emîne bilêv kir ku heya niha her dem hilumeta AKP'ê bi taxtîkên mijulkirinê nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bûne. Emîne da zanîn ku tanê yê ku gavên aştiyê dest ji çareseriya pirsgirêka kurd bernedaye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane û wiha berdewam kir: "Heya niha hikumeta AKP'ê bi textîkên mijulkirinê hewildaye pirsgirêka kurd çareser bike. Gavên Ocalan yên ji bo aştî û demokrasî anîna Tirkiyê erênîne. Niha Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di nava çar dîwaran de dimîne, yên şer gur dikin, mirina ciwanan dixwazin û gelek provakasyonan dikin jî li sarayan dijîn. Divê ev bêdadî ji holê rabe."

'Dema ku Ocalan tevlî pêvajoyê nebe pêvajo pêşde naçe'

Emîne da zanîn ku tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike li hember vîna 6 miliyon mirovan helwest girtine. Emîne bilêv kir ku ev 4 mehin wan tenê gotinek ji Ocalan ne bihilstiye û wiha berdewam kir: "Hevdîtina bi Rêber Ocalan re girêdayî demokrasiya Tirkiyê, çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyek mayîndeye. Heya Rêber Ocalan girtî be çareserî nabe. Dema ku em vê dibêjin em rastî gotinên weke; 'Hun her tiştî girêdayî kesekê dikin' tên. Lê dema ku em ne girêdayî Rêber Ocalan bin ji xwe pêvajoy diqede. Her tişt li ber çavane dema ku Rêber Ocalan tevlî pêvajoyê nebe ji xwe pêvajo diqede."

'Divê demek beriya demekê Ocalan azad bibe'

Emîne balkişand ser qedandina agirbestê û êrîşên TSK yê ser Herêmên Parastina Mediyayê. Emîne bersiva pirsa dê tecrîd heya kengê berdewam bike wiha nirxand: "Dema ku ev tecrîd berdewam bike dê heya kengê PKK xwe bigire. Dê kî di vê mijarê de ji vê pêvajoyê encamekê û yan jî çareseriyekê hêvî bikin. Pêvajoya çareseriyê girêdayî azadiya Rêber Ocalan e.

Emîne anî ziman ku divê bê zanîn ku cihê ew niha lêne encama pêvajoya bi salane û wiha berdewam kir: "Yên dixwazin vî karî biqedînin, bawer dikin û yên dibêjin 'em êdî naxwazin ser pirsgirêka kurd nirxandin bikin' divê li hev bicivin û bêjin; 'Divê Ocalan azad bibe'. Ji Qêrîna azadiyê ya hevbeş zêdetir çare nîne."

(zt)