Qampanyeya ji bo jinên Şengalê hatî despêkirin her diçe mezin dibe

11:32

JINHA

ZURİH - Her diçe kampaniye ya bi pêşengiya CENİ yê bi navê 'Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye' hatî despêkirin her diçe mezin dibe. Nûnera CENÎ yê Canan Polat got: "Divê hemû jinên cîhanê ji bo pêşeroja xwe û ji bo jinên Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbikin serferber bibin."

Bi armanca azadiya jinên Şengalê yên piştî îşkala Şengalê ketine destê DAIŞ'ê bên rozgarkirin bi şêwirmendiya jinên navnetewî Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ bi navê "Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye" kampaniya dane despêkirin. Kampaniyeya ji bo azadiya bi hezaran jinên Êzidiyên di destê çeteyên DAIŞ'ê de hatî despêkirin li gelek deveran bi panel, konferans û şêwirmendiyan berdewam dike. Rêxistinên jinan yên navnetewî jî alîkariya kampaniyayê dikin. Nûnera CENÎ yê Canan Polat di derbarê pêşeçuna kampaniyayê de ji ajansa ANF'ê re nirxandin kir.

'Girêdayî rewşa jinên Êzidî me rapor amadekiriye'

Canan anî ziman ku ji roja kampanya hatiye destpêkirin û vir ve ji gelek saziyên navneteweyî destek hatiye û got: "Di nav de parêzer, doktor û psîkatrîstên Îtalyan jî heye, komeke ji 13 kesan xebat da destpêkirin û ji bo vê dramê ji nêz ve bibînin çûn Kurdistanê. Koma ji 13 kesan çûn kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi jinên li kampên re hevdîtin kirin û aliyê dramê hîn bûn. Dest bi amadekarina rapora 100 rupelî kirin. Ev rapor hîna temam nebûye. Hevalên me bi taybet bi jinên ku ji destê DAIŞ’ê reviyane re hevdîtin kirin. Daxwazên van jinan, travmayên hatine jiyîn û bi taybet jî jinên rastî tecawizê hatine, tê nirxandin."

'Jinên Êzidî cara duyem rastî travmayê tên'

Canan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bi armanca dermankirinê hinek jin anîne Elmanyayê û wiha pê de çû: "Agahiya me ji van jinan heye. Lê em bi wan re hevdîtinê nakin. Daxwaza me ya hevdîtinê bi hinceta ewlehiyê tê redkirin. Di bin navê dermankirinê de jinan ji xaka wan dikin. Ev polîtîkayeke şaş e. Bi vê rewşê re jin cara duyem rastî travmayê tên. Armanca me ya din ev e ku em bi vê kampanyayê re li Şengalê navendekê vebikin û destekê bidin jinan. Piştî evqas travmayan jin ji xaka wan tên kirin û ev jî rê li ber travmayên mezin vedike."

'Emê azadiya jinên Êzidî bingeh bigirin'

Canan anî ziman ku bi kampanyayê re di qada navneteweyî de torekê ava dikin. Polat axaftina xwe wiha dewam kir: "Azadiya jinên Şengalê ne tenê berpirsyariya jinên Kurd e. Em vê rewşê wek qirkirina jinê dinirxînin. Rewşa li Şengalê bi versiyonên cuda li her derê cîhanê tê jiyîn. Em vê kampanyaya xwe bi jinên cîhanê re gerdûnî dikin. Di rojên bihurî de me li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) konferansek pêk anîn. Me pisgirêkên jinên Şengalê anîn ziman. Me banga piştevaniyê li hemû saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan kir. Divê ev sazî ji bo jinên Êzidî seferber bibin."

Canan da xuyakirin ku ji bo ev bibe kampanyayek gerdûnî, di konferansê de ev biryar hatine girtin:

"-Mekanîzmayên NY’ê divê cezayê bide Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar ên destekê didin DAIŞ’ê û desteka ji van welatan ji bo DAIŞ’ê diçe, bê sekinandin.

-Kampanyaya hatiye destpêkirin li hemû welatan bê meşandin û di vê esasê de panel, semîner û çalakî bên kirin.

-Xebatên şandina delegasyonan ji bo Şengal û Rojava bidome, di esasa raporên hatine amadekirin de têkoşîna aktîf bê meşandin û ji bo rizgarkirina jinên Şengalê desteka aborî û manewî bê dayîn.

-Divê Navendên Jinan bên vekirin û jinên rastî şîdetê hatine li van deran bên bicihkirin, bi doktor û psîkiyatrîstan re hevdîtin bê kirin û ew kes rast e rast li wir xebatan bimeşînin.

-Divê komîteyên azad ên navneteweyî bên avakirin û xebatên dîplomasiyê bên meşandin û têkildarî têkoşîna li dijî qirkirinên jinan de, komunên jinên azad bên avakirin."

(zt)