Ji karkerên jiyana xwe ji dest dane piranî jinin
11:47
JINHA
MANİSA - Li navçeya Golmarmara ya Manisayê komyona ku karkerên çandiniyê diguhast û tankera şîr li hev ketin di encamê de 15 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan piranî jinin.
Li gundê Haciveliler yê navçeya Golmarmara ya Manisayê komyona karkeran û tankera şîr li hev xistin. Ji karkerên çandiniyê yên jin yên ku di kaseya komiyonê de diman 15 kesan jiyana xwe jidest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Şîfêrê tankerê jî ji qezayê sax qurtarbû. Li gorî agahiyên ji cihê qezayê hatin hat zanîn ku gelek abmulans û wesayîtên cenazeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Leşkeran girêdayî bûyerê lêkolîn dan despêkirin.
Navê kesên jiyana xwe jidest dane wihaye;
Fadime Orhan (48), Zeynep Uysal (32), Ummuhan Uysal (30), Durdane Kaya (40) Burak Kaya (15), Zekiye Çetin (54), Nesrin Aydin (27), Seydî Aydin (53), Zeynep Çetin (35), Kezban Uysal (67), Ummu Demirkol (38), Ayşe Yaşar (40), Yıldız Ozturk (41), Azize Kars (52), Ayşe Aydin (47).
Hat zanîn ku Nesrin Aydin û Azize Kars keç û dayîkin, Burak Kaya yê 15 salî jî lawê Durdane Kaya ye.
(zt)