Dayîka Reece Harding ê Avustralya yî: Lawê min ji bo mirovahiyê şer kir

12:48

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîka Reece Harding yê Avustralyayî ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji destdayî Michele Harding diyar kir ku lawê wê ji bo mirovahiyê şer kiriye û got: "Min nedixwest lawê min jiyan xwe jidest bide, lê li cihê ku di qezayek bê wate de çuyînê ji bo hinekdinê alîkarî kirin û di oxira wê de çuyînê rehetiyekê dide min."

Reece Harding (Bagok Australi) yê Avustralyayî, li Rojava beşdarî nava refên YPG'ê bûyî û di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê de cîh girtî di 27'ê hezîranê de jiyana xwe jidest da. Dayîka Reece Michele piştî lawê xwe dest daye pênûsê nivîsek nivisiye û di Facebookê de weşandiye. Michele diyar kiriye ku ew jî bi gelê kurd re heman êşan dijî, mafê zarokên kurdan jî weke zarokên Austuraliya hene azad bijîn û gotiye; "Yên diçin beşdarî YPG'ê dibin û li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikin dema vedigerin ji aliyê hikumeta Avustralya ve tên girtin. Di navbera YPG û DAIŞ'ê de ferqek mezin heye. YPG li hember çeteyên DAIŞ'ê yên ku mirovên mahsum qetildikin şer dikin. Çeteyên digirin û mirovên li Kurdistanê ji bo azadiya netewek bindest şer dikin dixin heman girtîgehê."

'Lawê min di ferqa qirêjiya belav dibe debû'

Michele anî ziman ku gelê kurd jî weke her gelekê dixwaze di navendek demokratîk de bijîn û wiha domand: "Lawê min zaroktiya xwe jiyan kir. Lawê min di ferqêdebû ku qirêjiya çeteyan belavî hemû cîhanê dibe. Bi navê ol mirovan qetildikin, divê ji bo nefreta ol neyê kirin. Divê mirov çiqas bixwaze baweriya xwe ya olî bijîn. Bawerî, fikir û rengê me çî dibe bila bibe di encamê de em hemû mirovin. Em hemû ji ber heskirina mirovan heman hestan dijîn. Dema ku zarokên xwe jî winda dikîn heman êşan parvedikîn. Xuda qet mirina mirovan bi vî rengî naxwaze. Em hev dikujin. Em çiqas dixwazin par bikin divê em parbikin, ji ber dema ku qirkirin rawestiyan emê di cîhanek hîn bedewtir de bijîn."

'Ez dayîka Heval Bagok Avustraliyayîm'

Michele wiha berdewam kir: "Ez dayîka Reece Harding ango Heval Bagok Australiyayîm. Çapemeniya cîhanê neda, ez dixwazim zarokê minê binirx jî bê nasîn. Her çendî baweriya me ya olî cuda be jî lê em hemû ji bo mirovahiyê şer dikin. Em dayîk dema ku zarokên xwe winda dikîn êşên me hemanin. Min xebera şihadeta qehermanek dinê heval Serdeşt jî bihîst vê yekê ez gelek êşandim. Ez hestên malbat û hevalên wî par dikim."

'Ji ber min kurdî nenivîsî ez lêborîna xwe dixwazim'

Dayîka Michele ji ber ku nivîsa xwe nekariye bi kurdî binivîse lêborîna xwe dixwaze û wiha dibêje: "Reece û malbata me hem niha ji ber xwe weke 'kurdên Avustralyayê' dibînin gelek serbilindin. Min nedixwest lawê min jiyana xwe jidest bide, lê li cihê di qezayek bêwate de jiyan xwe ji dest bede, alîkariya hinek dinê kirin û di wê oxurê de çuyîn min rehet dike. Ez ji bo ku zarokên me hemûyan di ewlehiyê de bijîn duayan dikin. Ji ber qenciya we ji dil ez sipasiya we dikim."

(cm/zt)