Li Wanê banga ji bo beşdariya meş û mitînga 'Ji Ocalan re azadî'
13:15
JINHA
WAN - Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê bi boneya beşdariya mitînga sibê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bûnê belavok belav kirin.
Li Wanê ji bo protestokirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan dê meş û mitîng bê lidarxistin. Dê bi boneya ji Tîrmeha sal 2011'an heya niha parêzer û ji 5'ê Nîsanê heya niha Heyeta Îmralî li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin nekiriye sivê di saet 21.00'an de li Çariyana Despêkê ya Nîsanê meş despêbike heya Parqa Musa Anter berdewam bike. Rêxistina DBP û HDP'ê ji bo beşdariya meşê li welatiyan belavok belav kirin. Rêveberê Navenda HDP'ê ya Wanê Necmi Kalçik ji bo di serî de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya hemû girtiyên siyasî banga tevlîbûna meşê kir.
(zt)