Li Roboskiyê leşkeran guleyên rastî kar anîn welatiyek birîndar bû
14:47
JINHA
ŞIRNEX - Li Roboskiyê dema ku welatî ji bo tindiya her diçe ser wan zêde dibe protesto bikin meşiyan rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di mudaxeleyê de leşkeran guleyê rastîn bi karanîn û welatiyek birîndar bû.
Gundiyên Roboskiyê di 29’ê Hezîranê de li dijî zextên leşker û qedexeyên zozanan, li pêşiya gundê Roboskî bend danîbûn û xwestibûn sewqiya leşkerî bê sekinandin. Lê belê leşkeran jî li ser vê yekê êrîşî gel kiribûn. Ji ber êrîşê 6 gundî birîndar bûn û 4 zarok hatin binçavkirin. Roja din saet di 04.30’an de leşker ji sînor vegeriyan leşkergeha xwe û dema hatin gundê Roboskî li pêşiya gund gule li malan reşandin. Li wê 5 hêstirên li ber mala miribûn û gelek birîndar bibûn. Îro jî gundî ji bo wan êrîşan protesto bikin ber bi Zozanên Şerît ve meş pêk anîn. Leşkeran mudaxeleyî meşê kirin û di meşê de guleyên rastî bi kar anîn. Di dema gulebaranê de birayê yek ji zarokên di qirkirina Roboskiya ku 34 ciwanan têde jiyan xwe jidest dayî Îsa Encu birîndar bû. Hat zanîn ku Îsa Encu bi guleyên rastî ji zigê xwe birîndar bûye. Îsa rakirin Nexweşxana Dewletê ya Qilabanê. Piştî mudaxeleya despêkê Îsa sewqî Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê kirin.
Li Zozanên Şirîdê rageşî berdewam dike.
(zt)