Li UTAMARA yê hevdîtina enternasiyonal ya jinan

17:07

JINHA

BONN - Navenda Hatinagelhev a Jinan UTAMARA, ji bo jin bên gel hev xebatên xwe didomîne. Di navbera 3-5’ê Tîrmehê de vê carê jî komeke jin a Fransî jî di nav de bi Ekîba Jinan a UTAMARA re hatin gel hev.

Komeke jinên endamên "Komaleya Femînîst a ji nû ve avakirina Kobanê” bi ekîba UTAMARA re hat gel hev. Hatina gel hev a 3 rojan, zemînek ava kir ku jinên Fransiz, Kurd, Tirk, Elman, danûstendina fikrî bikin û bi ger û geştên hevpar hê zêdetir hevdu nas bikin. Jinan herî zêde parastina mirovatiyê û tecrûbeyên jinên Kurd vegotin.

“Însiyatîfa Piştevaniya bi Jinên Kobanê re” ya di Mijdara 2014’an de li paytexta Fransa Parîsê komeke jinên ji neteweyên cuda ava kirin, bi navê “Komeleya Femînîst a ji nû ve avakirina Kobanê” bû fermî. Însiyatîfa ji neteweyên Fransî, Kurd, Tirk, Ereb, Tamîl û Elman jin têde hene, delegasyonek şand Bakurê Kurdistanê û rewşa jinên Kurd li cihê wê lêkolîn kir. Delegasyonê di vegerê de çavdêriyên xwe kir broşur û bi raya giştî ya Fransa re parve kir; bi rêya radyo, rojname û kovaran parvekirinên xwe yên der barê Tevgera Jinên Kurd de dewam kir. Însiyatîf a hewl dide bi xebatên jinan tevkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bike li Parîsê şevek jî pêk anî. Însiyatîf li ser esasê lokaltiya hevpar a bi Yekîtiya Star re vê xebata xwe didomîne.

(zt)