Nasnama Şervana YPJ'ê Hacîre Elmas hat diyarkirin

17:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çepemenî û Ragîhandina YPG’ê nasnameya şervana YPJ’ê Hacire Elmas (Raperîn Eylem) eşkere kir.

Li Rojava berxwedan li hember çeteyên DAIŞ'ê berdewam dike. Di 27'ê hezîranê de li Enî Îsa Şervana YPJ'ê Hacire Elmas (Raperîn Eylem) jiyana xwe ji dest da. Navenda Çepmenî û Ragîhandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervana YPJ’ê Hacire Elmas ya ji navçeya Nisêbînê Mêlrdînê ye diyar kir û wiha got: "Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin serkeftinên mezin bi dest xistine. Hevalên me yên bi giyana fedayî li ber xwe didin bi felsefeya Rêbertiyê tên gihandin. Ji ber wê jî bi giyanek fedayî ser çeteyan de diçin. Hevala me Raperîn Eylem jî bi hemban giyanê ji bo parastina axa xwe û gelê xwe canê xwe feda kir. Di encama berxwedana Yekîneyên me li hember çeteyên DAÎŞ ê hevala me Raperîn Eylem gihşte asta şehadetê û ji bo parastina nirxên mirovahiyê navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand."

(zt)