Ewlehiya jinê emanetî Hezen Asayişa Jinê ye
09:22
Zêrîn Kurtay- Rûksen Efrîn /JINHA
QAMİŞLO - Bi armanca pêşxistina rêxistîn û perwerdehiyên jinên asayîşê xebat didomin. Derbarê mijarê de Rêvebira Asayîşa Rojava ya giştî Ayten Ferhat nirxandin kir û got: "Hêzên Asayîşê parastina mafê jinan dike."
Rêvebira Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ya giştî Ayten Ferhat derbarê xebatên rêxistînî û leşkerî ya asayîşên jin a Rojavayê Kurdistanê de nirxandinên xwe anî ziman û diyar kir ku wek hêzên asayîşa jin ew xwe ji bo hemû erkên pêvajoyê amede dikin û got: "Amedekariyên me di her warî de wek asayîşên jinê heye û baweriya serkeftinê jî bi hêz e. Di pêvajoya dawiyê de her çiqas êrîş pêşbikevin jî li hember vê yekê jinên ciwan biryar didin û diherikin navenda asayîşê û dixwazin erkên dîrokê bidin ser milên xwe û tevbigerin. Di kesayeta jinên ku tevlî hêzên asayîşê dibe mirov dibîne ku êdî jin sekna xwe ya berê napejrîne û dixweze têkoşîna xwe bi rêxistin bike."
'Erkên demî bi xwe perwerdekirinê encam digre'
Ayten derbarê perwerdeya jinên asayîşê de axivî û wiha got: "Ji bo erkên demî pêwîstiya me wek jin despêkê bi xwe perwerdekirinê heye. Ked tê dayîn û berxwedaniyek mezin ji aliyê jin ve tê dayîn, ji bo ku bi encam be rêxistinbûnek bi hêz pêwîst dike. Li her saziyek pêwîste jin girîngiyê bide perwerdeya xwe û li her qadê dem ji bo perwerdeya xwe veqetîne. Perwerdeya ku jinên asayîşê dibînin ne tenê di warê leşkerî de ye. Her wiha perwerdeyên rêxistinî siyasî guhertin û veguhertina kesayetî em esas digrin. Bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em li ser pîvana jina azad radiwestin û derdikevin pêşbirî platforma azad."
'Hêza jinên Asayîşê li hember întîharê mertalê parastinê ye'
Ayten balkişand ser êrîşên întîharî û got: "Em wek jinên parastinê tu carî rêbazê întîharî napejrînin. Jinên ku ji bo rêbazên wiha tên teşvîk kirin pêwîste em alîkarbin û jinê ji vê rewşê rizgar bikin. Divê jin li gorî nêrîna derdor tevnegere. Jinên ku di roja îro de dikevin rewşên wiha, ne tenê pirsgirêka wan tenê ye. Tevahî jin di nava civakê de rastî pirsgirêk û zehmetiyên cur be cur tên û jiyan dikin. Ji ber pergala desthilatdariya mêr jiyan li dora jinê dorpêçkiriye û hewldide bifetisîne. Pêwîste jin berî her tiştî baweriya xwe bi hêza jinên asayîşê û xwe bînin. Ji ber ku destpêkê erkekî me ya parastina tevahiya jinan heye. Jin pêwîste tu caran xwe neçar nebîne. Ji bo xwe ji pergala heyî rizgarbikin û azad bibin gelek rê hene ku bipejirînin. Bi taybet ji bo jinên ku rêbazên xwekuştinê dipejirînin em dibêjin ev rêbaz ji bo jin pir erzane. Felsefeya mirinê ji bo tu jin nabe riya çareseriyê. Xwe perwerde kirin ji bo jin riya herî serekeye. Jin bi xwe naskirinê dikare hêza xwe derîne holê û bi vîna xwe ya azad dikare pirsgirêka xwe û ya civakê çareser bike. Ji ber vê yekê em dibêjin pêwîste jin perwerde û zanistiyê esas bigre."
'Hezên asayişê parastina mafê jinan dike'
Ayten axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hezên asayişa jin mafê hemû jinan dipareze. Jinên ku rastî neheqiyê tên pêwîste serî li asayîşa jinê bide. Ji ber ku em parastina mafê jinan dikin. Ji bo ku jin bikaribin parastina xwe bikin, em wan perwerde dikin. Kesên ku serî li asayîşê didin bi encam derdikevin. Êdî jinên ku xwe di nava tarîtiyê de digre em napejrînin. Di roja îro de jin, dikare bi rehetî daxwaza mafên xwe bike û têkoşîn li hember pergala desthiladar bide. Divê jin êdî bêtirs tevbigere, lewre li hember hêza jinê êdî tû hêz nikare xwe bigre. Zanistiya têkoşînê bi hêz kirinê de erkê hemû jinan heye."
(rc/ch)