Têkoşîna jinan di taxan de hat rêxistinkirin

10:18

JINHA

WAN - Helime Aslan ya 76 salî di salên 90'î de ya tûndî û îşkenceyên ku herî zêde dihatin dîtin de xebatên siyasî bi rê ve dibir. Helime ya nêzî 20 salan xebatên jinan da meşandin diyar kir ku wê şalên xwe yên kesk û sor û zer di bin çarşefên xwe de vedişart û diçu çalakiyan axaftina xwe wiha domand: "Min tû carî dest ji têkoşîna xwe berneda."

Helîme da zanîn ku hişmendiya deshilatiya mêran bi sedan sale hewldide jinan wek kole bi hûndir sinor bikin û hemû cureyên tûndî li ser jinan didin meşandin. Helîme axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Mêr polîtîkayên xwe yên şer li ser bedena jinan bi rê ve bir, lê di her pêvajoyên dîroka jinan de derket holê ku her dem nêrînên wek demokrasî, aştî û şoreşê bê jin ne gengaze. Li Kurdistanê jî li hember tûndî û pêkûtiyên hemberî jinê, jin ji 7 salî heta 70 salî xwe birêxistin dikin. Helime Aslan ya 76 salî ku li Taxa Karşiyakayê dijî di sala 1991'an de jî di Partiya Kedê ya Gel (HEP) de xebitiye. Helime xebatên xwe ji nava taxa xwe destpêkiriye û salên demdirêj berdewam kiriye niha jî ji ber nexweşiyan û pêşdeçuna temenê zehmetiyan dikşine. Helime da xuya kirin ku li hemberî tû zor û zehmetiyan gav paş de neavêtiye û di salên herî dijwar de berxwedaniya xwe domandiye. Helîme ew salên dijwar ya jiyandiye wiha vegot:

'Me çarşef li xwe dikir û em diçûn partiyê'

Helime di sala 1986'an de ji ber tûndiyên zêde ji gundê Feraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ye, koçî Wanê dike û di sala 1991'an de li Wanê di nava taxa lê dijî de dest bi xebatan dike. Helime da zanîn ku di sala 1999'an de bi qomploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re wan lez dan xebatên xwe û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Ji ber ku wê demê her tişt qedexebû me çarşef li xwe dikir û em diçûn partiyê. Dema ku jinên taxê ji me dipirsin, digotin 'hun ê kude biçin?' me digot; 'Em ê biçin partiyê.' Dema ku me ji bo jinan digotin 'werin hun jî tevlî xebatên partiyê bibin' wan digotin; 'Em ditirsin.' Me li ser xwe nedikarî em kesk, sor û zer bigerînin, ji ber wê jî me li şalên xwe vedişart û em wiha derdiketin derve. Em ji bo azadiya Rêberê xwe li qadan bûn. Her roj bi gaza îsotê mudaxeleyî me dikirin û bi copan li me dixistin, lê cardin jî ez her dem di pêşde bûm. Min tû carî xwe paş de neda."

'Li gel her tiştî jî me cejna Newrozê pîroz dikir'

Helime destnîşan kir ku di sala 2008'an de bi hinceta di roja xwe de nehatiye kirin Walîtiya Wanê destur neda em di 22'ê Adarê de cejna Newrozê pîroz bikin. Wê demê mudaxele kirin di mudaxeleyê de Zeki Erinç û Ramazan Dal jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Helime di derberê wê rojê de jî wiha axivî: "Li gel her tiştî jî divê me Newroza xwe pîroz kiriban. Me amadekariyên xwe kirin, em li ber avahiya partiyê kom bûn. Me agirê xwe dada û dest bi pîrozbahiyê kir. Me nû dest bi pîrozbahiyê kir, polîsan mudaxele kir. Derfetê revê jî nedan, her kes li erdê dirêj kirin û bi jopan li me dan."

'Esnafan, ji tirsan ez nedigirtim hûndir '

Helime bi lêv kir ku ji ber darbeyên polîsan li erdê xwîn diherikî û ew jî ji serî û destê xwe birîndar bûyî. Helime anî ziman ku dema ew li erdê dirêjkirî bûye bi guleya pilastik ya polîsan ji lingê xwe birîndar bûye û wiha domand: "Ez dikarîbûm rabim ser lingan. Ciwanek hat min ji erdê rakir, ji wir dur xistim. Dema ku ji bo min ji wê dur bixin ez dibirim, esnafan ji tirsan ez nedigirtim hûndir."

'Rêbertî ji bo hemû jinan bû hêvî'

Helime destnîşan kir ku demdirêj tedawiya wê berdewam kiriye, lê dema ku baş bûye cardin vegeriyaye nava xebatan û wiha pê de çû: "Heya niha ez çum gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyê. Li hemû deverên ku ez çumê bûme mexdurê êrîşan jî lê min tû carî gav paş de neavêtiye." Helime anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşiya jinan vekiriye û wiha dom kir: "Berê jin li gel mêran li heman cihî ne dihatin dîtin. Rêbertî ji bo me hemû jinan bû hêvî. Jinên ku nedikarîn derkevin kolanan êdî di qadan de li refên pêş de cîh digirin. AKP derxistina 80 parlementeran hezim nake ji ber wê jî tecrîda ser Rêbertiya me giran dike."

(zt/ch)