'Em ê ji bo karkerên demsalê di Meclisê de têkoşînê bidin'

10:34

Bêrîtan Elyakut- Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Li navçeya Golmarmara ya Manisayê 13 jê jin 15 karkerên demsalê di qezayekê de jiyana xwe ji dest dan. Girêdayî şertên jiyana karkerên demsalê parlementerên HDP'ê yên Amedê diyar kirin ku divê şert û mercên jiyana karkeran bên başkirin û divê di meclisê de ji bo başkirina jiyana karkerên demsalê têkoşînê bidin.

Duh li navçeya Golmarmara ya Manisayê tankerek şîr li qamyona karkeran qelibî û di encamê de 13 jê jin 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 6 mehên dawî de 796 karkeran bi qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest dane. Di meha Pûşberê de 147 karkeran jiyan xwe ji dest dane. Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp li hemberî mirina karkeran nerazîbûn nîşan da û ji bo malbatên 15 karkeran sersaxî xwest û da zanîn ku di aliyê şertên jiyana karkerên demsalê de deshilatî tiştekê nake û got: "Em weke HDP li hember têgihên weke taşeron ji bo karkeran dixebitin. Me di danezana xwe ya hilbijartinê de jî diyar kiriye ku em ê li hember bê ewlehiya kar, bê sendîkabûn, muçeyê kêm û hejariyê têkoşînê bidin."

'Karkeriya demsalê ser jinan tê kirin'

Sibel destnîşan kir ku hemû karkeriya demsalê jin dikin, karkeriya demsalê jinan hejar dike, deshilatî di aliyê aborî de jinan mehkumî xwe dike. Sibel anî ziman ku perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ser karkeriya demsalê heye û wiha domand: "Birêz Ocalan gelek caran pêşiniyarên ji bo ser axa xwe bi çavkaniyên xwe hilberîn kirinê ji bo me pêşiniyar kiriye. Paradîgmayek ji bo hemû gelên li Tirkiyê dijîn pêşkêş kiriye."

'Em ê bi nêrîna xwe ya îdeolojîk xebatên cidî bikin'

Sibel bi lêv kir ku ji bo jiyana me mehkumî kapitalîzmê nebe divê têkoşîn were dayin û wiha berdewam kir: "Li Somayê 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan, partiyên deshilatên siyasî ji bo wan gotina 'fitrat' ê bi kar anîn. Li gorî rewşa heyî partiyên deshilatên siyasî dixwazin bi anîna şer re mirovahiyê biqedîne. Ji ber ku di çarçova deshilatiyê de ser şer û rantê mezin dibe cînayetên karkeran re wek 'ftrat' tê pênase kirin. Em ê bi nêrîna xwe ya polîtîk û îdeolojîk xebatên xwe bidomînin."

'Em her roj nûçeyên wiha dibihîsin'

Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî ji bo malbatên karkeran ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: "Em di nava welatek wiha de dijîn ku her roj agahiyên bi êş dibihîsin. Em dibînin di demên dawî de pirani yên jiyana xwe ji dest didin jin û zarok in. Tû ewlehiya jiyana karkerên demsalê nîne. Mirovan li qamyonan siwar dikin û rê dikin, çawan dijîn çî tê serê wan nayê pirsîn û ewlehiya wan nîne. Li cihê her demsal jin biçin deverek cuda bixebite, divê derfetên di cihê xwe de karkirinê bên dayîna karkerên demsalê yên jin. Divê sîgortaya hemû jinên dixebitin an naxebitin bê çêkirin. Dema ku wiha bibe dê ne jin û ne jî zarok neçar nemînin bi mehan ji malên xwe û cihên xwe dur bikevin."

'Êrîşên ser kurdan pir zêde dibin'

Feleknas bi lêv kir ku heyîna ku mafê wê yê jiyanê ji destê wê tê girtin tenê jine û axaftina xwe wiha domand: "Ez cînayetên ku bi navê qezayan li Tirkiyê berdewam dike şermezar dikim. Di navendên Tirkiyê de êrîşên li ser Kurdên dixebitin tê kirin pir zêde ne. Mirovên me ne tenê di aliyê tûndiyê de di aliyê fîzîkî de jî mexdur dibin. Ev jî têr nake hemde di bin şertên gelek giran de dixebitin."

'Ji bo çareseriyek mayînde pêdivî bi konferansan heye'

Feleknas anî ziman ku divê xebatên di binesaziya Komisyona Karkerên Demsalê ya KCD'ê de zêdetir bi berfirehî bên meşandin. Feleknas destnîşan kir ku dê weke HDP pirsgirêkên karkerên demsalê bibin meclisê û wiha berdewam kir: "Di aliyê xebatê de divê zagonên nû bên lidarxistin û têkevin meriyetê. Ji bo çareseriyên mayînde divê konferans bên li darxistin. Ji bo qezayên kar çênebin û karkerên demsalê bi ewlehî kar bikin em ê wek HDP di serî de mafê jinan û hemû karkerên dinê biparêzin."

(zt/ch)