Li benda mizgîniya rizgarkirina Hesekê ne

11:07

Songûl Til Temir/ JINHA

TIL TEMIR - Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, bu sedem ku li Rojava gelek welatî ji cih û warê xwe bibin û di şert û mercên zehmet de bijîn. Koçberên bajarê Hesekê yên ku xwe spartine hêzên YPG û YPJ'ê li Til Temirê, li benda mizgîniya rizgarkirina bajarê Hesekê ne.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê a ku di 25'ê Pûşberê de li ser bajarê Hesekê pêk aniye, welatiyên bajêr neçar man berê xwe bidin bajarên din a Kantona Cizîrê. Hêjmara şêniyên ku koçber bûne digihêje deh hezaran. Welatiyê bajara Hesekê derbarê şert û mercên zehmet a koçberiyê de axivîn. Kafaf Dawe ya ji taxa Til Hecer a bajarê Hesekê behsa êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser bajêr kir û got: "Em li mala xwe bûn. Bi carekê ve dengê teqînek mezin hat me. Li ser vê yekê em derketin derve, me dît ku wesayîtek bombe barkirî hatiye teqandin. Li ser vê yekê çeteyên DAIŞ'ê piştî wê bi top û hewanan êrîşî bajêr kirin. Gelek welati bi israr bun ku ji mal dernekevin lê êrîş her ku diçû zêde dibû. Ji ber vê yekê em neçar man malê xwe terk bikin."

'Hêzên YPG û YPJ'ê ji bo azadiya gel li ber xwe dide'

Dayîka Kafaf anî ziman ku hêzên YPG/YPJ'ê ji bo azadiya gel têkoşîn didin û wiha dom kir: "Di demê êrîşên hêzên parastinê kedek mezin li ber gelê ku ketiye dengasiyê da û ji bo ku ewlehiya gel biparêzên fedakariyek mezin kirin. Hêviya me bi hêzên YPG û YPJ'ê heye ku ew ê axê gelan azad bikin. Li ser vê bingehê ez ji bo hêzên YPG/YPJ'ê û ji asayîşê re serkeftinê dixwazim."

Zehra Dewrêş a 70'î salî ku ew jî li taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê jiyan dikir behsa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê kir. Zehra tevî 5 zarokên xwe di şertên zor ên koçberiyê de li bajarê Til Temirê jiyan dike. Zehra got: "Bi destpêkirina şer re em ji malê xwe derketin. Lê ji ber ku bi carek ve êrîş birin ser taxên me, me ne nizanibû ku em berê xwe bidin ku derê. Wê demê de hêzên YPG û YPJ'ê wesayît şandin û me ji qada şer durxistin. Ji bo ku qetliam li ser me pêk neyê parastina me kirin."

Zehra axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Baweriya me heye ku hêzên YPG û YPJ'ê bajarê me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û em carek din vegerin mal û warên xwe. Ez ji bo hemû hêzên ku li ber xwe didin serkeftinê dixwezim."


(rb/rc/ch)