'Zanistî bi perwerdê pêş dikeve'
11:14
Sorgûl Til Temir/ JINHA
TIL TEMIR - Navenda perwerdehî û zanista jin ya bajarê Til Temirê kar û xebatên xwe yên perwerdehiyê didomînin.
Di çerçoveya pêşxistina rengê jin û zimanê dayîkê li bajarê Til Temirê berî 2 salan xebatên perwerdê a ku destpêkiribû didome. Ji bo guhertina hişmendiya civakê a li hember jinê û pêşxistina xwezaya jin yek ji pêdiviyên herî girîng perwerde ye. Bi vekirina navendên perwerdê li Rojavayê Kurdistanê gelek guhertin pêk hatî û bi taybetî jî pêşengtiya jinê li cîhanê bûye xwedî nav û deng. Êdî jin di van perwerdeyan de zana dibin û li hember pergala 5 hezar salan têkoşîn didin.
Rêveberiya Zanista Jin ya bajarê Til Temir Heda Yunis derbarê mijarê de nirxandin kir û got: "Dema ku jin azad nebe, civak jî azad nabe. Ji ber vê yekê pêdivî heye ku jin di van dewrên perwerdê de xwe û dîroka xwe nas bikin û li gorî vê yekê di nava civakê de erka xwe bînin cîh û têkoşînê li hember pergala desthiladariyê bide. Pergala desthilatdarî pergala êrîşkariyê ye, êrîşa jinê, zarokan, mêr û ciwanan dike û qetlîaman pêk tîne. Tenê ji bo berjewandiyên xwe dixebite û ciwanan li hember civakê bi rêxistin dike. Ji ber vê pêwîstî heye ku jin vîn û zanistiya azad pêş bixîne. Lewre tirsa dijmin ji jina Kurd a berxwedêr re heye."
' Pewiste jin xwedî vînek azad be'
Heda axaftina xwe wiha dom kir: "Dema ku şer li bajarê Til Temir dest pê kir me navber neda perwerdeyên xwe, çimkî perwerde ji bo me ji her tiştî girîngtir e. Li gorî şert û mercên şer, cardin me 15 jin kom kir û me perwerde da destpêkirin. Lewre bersiva herî mezin a li hember pergala dijmin perwerde ye. Ji ber vê yekê pêwîste hemû jin berê xwe bidin navenda Perwerdeyî û Zanistiya Jinê. Di vî warî de ez şervanên YPJ'ê jî silav dikim."
(rb/rc/ch)