'Tirkiyê ji bandora şoreşa Rojava pêk aniye ditirse'

12:10

Sarya Gozuoglu - Têkoşîn Tekîn /JINHA

AMED - Endama DBP MYK Semra Demîr, der barê amedekarî û niyeta Tirkiyê ya ketina axa Rojava û avakirina herêmên tampon nirxand û balkişand ku pirsgirêka Tirkiyê ya mudaxelekirina Surî tune ye û got: "Mijar ev mudaxeleyek li hember şoreşa Rojava û gelê Kurd e. Ji ber ku Rojava ketiye pêvajoyek girîng, mirov nikare şoreşa Rojava tenê wek şoreşek şîrove bike. Ev şoreşa jinê û ya civakê ye."

Piştî rizgarkirina Girê Spî û gihîştina Kantona Cizîr û Kobanê, dewleta Tirkyê bi plansaziya xwe ya avakirina "Herêmên Tampon" dixwaze pêşî li armanca hêzên YPG û YPJ'ê ya gihiştina Kantona Efrînê bigre. Ev yek jî dibe sedema nîqaşê. Li hember vê Tirkiyê amedekariya xwe hm di warê dîplomatîk de him jî di warê leşkerî de didomîne. Endama DBP MYK Semra Demîr amedekariya Tirkiyê nirxand û diyar kir ku pirsgirêka Tirkiyê a mudaxelekirina Surî tune ye û got: "Ev mudaxeleyek li hember şoreşa Rojava û gelê Kurd e. Ji ber ku Rojava ketiye pêvajoyek girîng, mirov nikare şoreşa Rojava tenê wek şoreşek şirove bike. Ev şoreşa jinê û ya civakê ye."

'Sînerjiya Rojava bandora xwe li Bakûr jî dike'

Semra anî ziman ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re li Bakûr jî şoreş tê jiyanandin û got: "Bakûr û Rojava buye yek, em nikarin vê rastiyê piştçav bikin. Ev şoreş di nava hev de pêş ve diçe. Ji xwe tirsa herî mezin a Tirkiyê jî ev yek e. Ji ber ku pêşketina vir, sînerjî û potansîyela heyî bandora xwe li vir dike û dide jiyanandin." Semra destnîşankir ku hikûmetê şer taloqî piştî hilbijartinê kiriye û wiha dom kir: "Hewldana hikûmetê ya ji bo rêxistinkirina seroktiyê hebû. Xwe ji bo îqtîdarek mayînde amede dikirin. Lê niha bi amedekariyên sînor û teqwiye kirina leşkeran, tê xuyakirin ku armanca li Rojava şer derxistinê heye."

'Pêwîste dayîk zarokên xwe teslîmê şer nekin'

Semra balkişand ku eger şerek biqewime ne tenê gelê Kurd êşa vê yekê bibîne û got: "Şer hemû hêzên civaka demokratîk û hemû gelê Tirkiyê eleqedar dike. Di serî de jin, zarok û ciwanan eleqedar dike. Ji ber vê yekê pêwîste refleksek civakî pêş bikeve. Herî kêm pêwîste dayik zarokên xwe teslîmê şer nekin. Îro bi rêxistinkirina DAIŞ'ê, armanca dagirkirina welatên din tê kirin. Piştgiriya dewleta Tirkiyê di vê çerçoveyê de ye. Armanca wan astengkirina yekîtiya Bakûr û Rojava yê Kurdistanê ye. Armanc ev e ne mudaxelekirina Surî ye."

'Civak şer naxweze'

Semra diyar kir ku dewleta Tirkiyê dixweze civakê ji bo şer bi rêxistin bike û wiha pê de çû: "Ev şer me û avakerên siyasetê, hêzên demoratîk û rêxistina civakên sivîl eleqedar dike. Di pêvajoya şer de pêwîste lingê civakê û ya me bi rêxistin bikin. Pêwîste em destûrê nedin wan û mudexeleyê vê rewşê bikin. Dê civakê ji bo şer bi rêxistin bikin û weke ku civak şer dixweze bide nîşan kirin, lê em baş dizanin ku civak tu caran şer naxweze. Herî kêm dema ku em li qadan, kolanan û meydanan rastî civakê tên em dibînin ku civak şer napejrîne."

'Pêwîste gel li hember şer xwe wek îrade bibîne'

Semra destnîşan kir ku pêwîste li hember şer refleksê gel a aştiyê bi hêz bibe û got: "Li hember şer gel dikare derkeve kolanan, di çerçoveya demokratîk de çalakî li dar bixin. Dibe ku STK û partiyên siyasî li hev bikin û xebat bidin meşandin. Pêwîste her kes tiştek bike, ev mijar tenê ji avakerên siyasetê re neyê hîştin. Pêwîste gel refleksê bide nîşan kirin, ji ber ku ya bingeh civak e. Ji ber vê pêwîste gel li hember şer xwe wek îrade bibîne. Şer tu caran sûdê nade civakê û civakê paş ve dibe. Pêwîste di pêvajoyek wiha de şer nekeve rojeva gel."

(rc/ch)