Li hember tecrîdê, li Bedlîsê meşa meşaleyî

12:45

JINHA

BEDLÎS - Bi pêşengtiya Koordînasyona KJA ya Bedlîsê û DEM-GENÇ'ê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê hate protesto kirin.

Bi pêşengtiya Koordinasyona KJA yê ya Bedlîsê û DEM-GENÇ'ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyî hat li darxistin. Bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP'a Bedlîsê hatin ba hev û heya Qada Ulu Camiyê meşiyan. Di meşê de li gel alên KCK û PKK'ê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin hilgirtin. Li ber dengê çepik û tililiyan dem dem dirûşmên wek "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan fedayê Apo ne" hatin bilindkirin.

Piştî meşa nîv saetê li nava bajêr Aktivista KJA yê Newroz Bozan diyar kir ku ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê divê tecrîda ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û got: "Heya Rêberê me azad nebe dê gel azad nebin. Em dizanin ku bêyî azadiya gelan jî çareserî çênabe. Em tecrîda ser Rêberê xwe napejirînin û daxwaz dikin ku demek beriya demekê tecrîda heyî bê rakirin."

(zt/ch)