Li Qoserê jin qirkirin, tûndî û çareseriyê dinirxînin
13:56
JINHA
MÊRDÎN - Komxebata ku ji aliyê KJA yê ve amadekariyên wê hatîn kirin bi dirûşma 'Jin jiyane, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' dest pê kir. Sêvê Demir di komxebatê de axivî û diyar kir ku qirkirinên jinan divê tenê weke kuştina jinekê neyên dîtin û got: "Ne tenê di aliyê fîzîkî de di heman demê de di aliyê çand, civakî û aboriyê de jî jin tên kuştin. Ev jî encama hişmendiya mêran e."
Komxebata ku ji aliyê KJA yê ve amadekariyên wê hatîn kirin li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi duruşma 'Jin jiyane kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' despêkir. Di komxebata li Salona Civîna Meclisê ya Şaredariya Qoserê hat li darxistin de Parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol, Hevşaredara Qoserê Leyla Salman û endamên KJA yê beşdar bûn. Di salona komxebatê de panqartên wek "Jin jiyane, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye" û "Ji bo jinan parastina cewherî rewa ye" hatin daiqandin.
Komxebatê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê karkerên demsalê yên duh li Manisayê jiyan xwe ji dest dane û kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pêk ir. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê endama KJA'yê Sêvê Demir ve hat kirin. Sêvê da zanîn ku weke KJA wan li gelek navendan civînên xwe çêkirine û axaftina wiha domand: "Em hemû mudaxeleyên li Kurdistan û Tirkiyê li ser bedena jinê tên kirin wek qirkirin dibînin. Em li hember qirkirin, tacîz û tecawîzan bisekinin hatine ba hev."
'Mirina 14 jinan ji hişmendiya deshilatiya mêran ne cuda ye'
Sêvê destnîşan kir ku ew qirkirinên jinan tenê weke jinek hatiye qetilkirin nabînin û wiha berdewam kir: ""Ne tenê di aliyê fîzîkî de di heman demê de di aliyê çand, civakî û aboriyê de jî jin tên kuştin. Ev jî encama hişmendiya mêran e. Em li Rojhilata Navîn û tayîbetî jî li Kurdistanê rastî van bûyeran tên. Duh 14 jinan li Manisayê jiyana xwe ji dest dan, em vê ji hişmendiya deshilatiya mêran cuda nabînin. Her diçe qirkirin û tecawîz zêde dibin. Em ê li vê derê hişmendiya mêran ya deshilatdar binirxînin û rêya çareseriyê pêş bixin."
'Wek we jinan nikarin pêşkevin'
Sêvê bertek nîşanî gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên ser Hevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wiha nirxand: "Dema ku ji aliyê hikumet û pergalê ve nêzîkatiyên wiha bên kirin ev dê rê li pêşiya di nava civakê de jî tiştên wiha derketinê veke. Ev hişmendî dixwaze bi her awayî jinan qetil bike. Weke we jinan nikarin pêşkevin. Jin sedema pêşdeçuna civakê ye. Weke Rêber Apo jî gotî 'heya jin azad nebe civakî jî azad nabe.' Ji bo me felsefe û nêzîkatiyên Rêber Apo gelek girîng in. Em wek KJA pêşketina xwe ya li Bakur ji serkeftinên Rojava bê alî nabînin. Jin li kîjan aliyê cîhanê têkoşînê bikin bila bikin ji hev du hêzê digirin."
'Întiharên jinan raperîn û qêrînek e'
Derunasa Navenda Jinan Nûda Emîne Konar Kardaş jî anî ziman ku di demên dawî de qirkirinên jinan gelek zêdebûne û wiha axivî: "Întiharên jinan raperîneke, dixwazin bi qêrînekê dengê xwe bidin bihîstin. Dixwazin bêjin; 'Ez li vê derê me dengê min bibihîsin!' Em jî wek KJA hewildidin xwe bigihînin hemû jinan. Her diçe qirkirin, tacîz û tecawîzên ser jinan zêde dibe. Em dikarin li hemberî van çi bikin? Li herêma Mêrdînê hewîtî gelek zêdeye, jin ji bo vê dengê xwe nakin. Ji malbatên xwe alîkariyê nabînin. Jin jî dema rastî tûndiyê tên neçar dimînin û bedena xwe tûne dike. Divê em ser mijarên em ji bo jinan dikarin çî bikin, çawan dikarin bibin hêza çareseriyê nirxandinan bikin."
'Em ê çawa parastina xwe ya cewherî pêş bixin'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Februniye Akyol jî axivî û anî ziman ku ser jinan êrîşên pir mezin hene û wiha got: "Em ê îro di komxebatê de rê û rêbazên çareseriyê biaxivîn û li hember van qirkirinan dê pêwiste çibe were nîqaş kirin. Qoser û Nisêbîn navçeyên me yên herî zêde di aliyê têkoşîna jinê de pêşengtiyê dikine, di heman demê de herî zêde cihên şidet ser jinan tên kirinin. Em ê çawa nêzbibin, çawa rêxistinbûnê pêş bixin û em ê çawan parastina xwe ya cewherî pêş bixin nirxandinan bikin. Zimanê hikumetê jî van êrîşan rewa dike, divê em ji bo wê jî li rêyên çareseriyê bigerin. Divê em li qadan xebatên xwe bi rê ve bibin. Divê em weke jin xwe bi rêxistin bikin."
Piştî axaftinan sînevizyonek ya der barê mijara qirkirin û berxwedana jinê bû hate nîşandan. Piştî navberê komxebat dê bi nirxandinên jinan berdewam bike.
(zt/ch)