Kujerên Enes Tosun hatin girtin

14:20

JINHA

ÎDIR - Enes Tosun a ku li Tuzluca ya Îdirê winda bibû û di encama lêgerînê de, cenazeyê wî di nava zeviya xizmên wî de bin axkirî hate dîtin kesên ku bi gumane kujerê Enes Tosun in, Guneş Tosun û Ahmet Tosun bi îddîaye qetilkirina hovane hatin girtin.

Li gundê Gulluce ya navçeya Tuzluca ya Îdirê hefteya borî de Enes Tosun ê 6 salî ku winda bibû û di encama lêgerînê de di nava zeviyên kartola ya xizmên wê de hatibû dîtin, bi gumana kujerên Enes, Guneş Tosun û hevserê wê Mahmut Tosun û xizmê wî Ahmet Tosun hatin girtin. Di îfadeya Guneş Tosun a ku li Edliya Tuzlucayê de daye, got ku roja buyerê Enes wê bi Ahmet Tosun re dîtiye û got: "Ahmet despêkê Enes girt û ji bo ku deng jê derneyê bi leçekê devê wî girt. Min jî jêre got 'nekuje zarokê min jî heye'. Ew jî ji min re got 'nabe êdî veger tune ye biçe derve û kortikek bikole'. Piştî ku ji derve hatim min Enes mirî dît. Ahmet ji min re got 'Ji bo guman çênebe ez ê derêm. Tu jî bi şêwayekî vê cenazê ji holê rake.' Min jî cenazeyê Enes bir di zeviya kartolande veşart."

Piştî dozger îfadeya Guneş Tosun û Ahmet Tosun girt bi sedema "Bi awayek hovane mirov qetilkirin"ê der heqê her du bersucan de biryara girtinê da û wan sewqî dadgehê kir. Hevserê Guneş Tosun Mahmut Tosun jî ji bo tedbîrên ewlehiyê hate girtin. Mehmet Tosun ê ku guman li ser hebûn serbest hat berdan. Guneş Tosun di encama biryara dadgehê de şandin girtîgeha Erzurumê, Ahmet Tosun û Mahmut Tosun jî şandin girtîgeha girtî ya Îdirê.

(rc/ch)