Endamên komîna Şehîd Leyla komîngeha xwe vekirin

14:34

JINHA

EFRÎN - Endamên komîna Şehîd Leyla ya jinan a taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê komîngeha xwe bi merasîmekê vekirin.

Di çarçoveya kar û xebatên aktîfkirina komînan de, endamên komîna Şehîd Leyla ya jinan a taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê bi beşdarbûna dehan welatiyên taxê komîngeha xwe bi merasîmekê vekirin. Komîngeh bi wêneyên cangoriyên rêya azadiyê posterên PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Star hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêvebera Yekîtiya Star Jîndar Sozdar axivî û vekirina komîngehê li hemû jinên taxê pîroz kir.

Jîndar di axaftina xwe de derbarê rola komînan, di pêşxistina hişmendiya jinan de axivî û got ku komîngeh cihê piştgiriya jinan di avakirina civakeke exlaqî, wekhevî û hêzkirinê ye.

Piştre deriyê komîngehê di nava durişmê û tilîliyên dayîkan de ji aliyê xwişka têkoşer Leyla û Emîne Şahîn ve hate vekirin.

Di dawiya merasîmê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê bi dawî bû û şêranî jî li beşdarên merasîmê hate belavkirin.

(rc/ch)