Dayîkên Aştiyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin
14:50
JINHA
HELEB - Dayîkên Aştiyê ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ne tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Dayîkên Aştiyê yên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li pêşiya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan kom bûn û daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de Dayîkên Aştiyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Star hildan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Dayîkên Aştiyê ve hatiye xwendin de wiha hat gotin: "Di serî de em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz, aştîxwaz û hiqûqnasan dikin ku ji bo rê li pêşiya kiriyarên dijmirovahî yên hikûmeta AKP’ê bê girtin, divê zext li Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê bê kirin. Serkeftinên HDP’ê ya di hilbijartinê de pêk hatî, wek şîrqandinek nava rûyê AKP'ê daye û hemû komployên hikûmeta AKP’ê di têkbirina projeya çareseriya demokratîk a Rêber Apo de vala hatine derxistin. Serkeftina HDP’ê rêya hemû gelên azadîxwaz li dijî sîstemên dîktator vekir."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Destkeftî û serkeftinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşkarên demokrasiyê û hevgirtina hemû pêkhateyên Rojava têgîneke nû da azadiya jinan û rola wan di avakirina civakeke demokratîk de diyar kir. Li ser vê bingehê em wek Dayîkên Aşitiyê soz didin ku em ê têkoşîna xwe li ser riya ku Rêber Apo ji me re diyar kiriye, bidomînin. Em bang li hemû rêxistinên navnetewî dikin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevbigerin û pêvajoya çareseriya aşitî temam bikin."
Piştî daxuyanî hate xwendin, Dayîkên Aştiyê dûrişmeyên daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û bi silavkirina berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê dawî li çalakiyên xwe anîn.
(rc/ch)