Parêzerên MHD'ê: Em rejîma li Îmraliyê napejirînin

15:06

JINHA

AMED - Di daxuyaniya şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku ji aliyê MHD'ê ve hat dayîn Parêzer Resul Tamur wiha axivî: "Em 16 salên sepandinên kefî ya ser Îmraliyê napejirînin. Em hemû kesên hiquqvan jî vedixwînin ku li hember tecrîda Îmraliyê bisekinin, lewre ev tecrît di dîroka mirovahiyê de ya herî giran e."

Ji aliyê Şaxa Komeleya Hiquqvanên Mezopotamya ya Amedê (MHD) ve bi boneya balkişandina ser tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li ber Adiliyeya Amedê hat dayîn de pankartên weke "Ji tecrîdê re bese ji bo Birêz Ocalan azadî" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de li gel endamên MHD'ê Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî beşdar bû. Di daxuyaniyê de Endamê MHD'ê Parêzer Resul Tamur diyar kir ku ev 16 salin li Girava Îmraliyê tecrîdek ya herî giran a dîrokê de tê jiyandin û destnîşan kir ku ew şertên giran ên di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dimeşînin ser girtiyên din ên sewqî wê derê dikin jî dimeşînin.

Ji bo her daxwaziyek hincetek cuda

Resul axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em weke parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan her hefte ji bo dîtina wî û girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê didin. Lê mixabin her dem rastî hincetên wek 'keştî xirabeye' û 'rewşa hewayê ne başe' tên."

'Abdullah Ocalan rêberê meşa azadiya gelan e'

Resul anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Tirkiyê ji bo pêşdebirina demokrasiya gelan û çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî rolek serekeye û wiha dom kir: "Hilbijartinên 7'ê Pûşberê û şoreşa Rojava nîşanî me da ku Birêz Ocalan rêberê meşa azadiya gelane. Ji ber wê jî tecrîda ser Birêz Ocalan di heman demê de tecrîda li ser hemû gelên bindest û wek yên dinê tên dîtin."

Resul bi lêv kir ku Girava Îmraliyê bi serê xwe cihek yê tecrîdê ye û wiha pê de çu: "Heya ew cîh neyê girtin Birêz Ocalan di serî de ji bo rolê xwe yê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiya Tirkiyê di aliyê ewlehî, tenduristî û azadiyê de neyê bicîhkirin dê tecrîd bi giştî bi dawî nebe. Em bang li hemû kesên hiquqvan dikin ku li hember tecrîda li Îmraliyê bisekinin, lewre ev tecrît di dîroka mirovahiyê de ya herî giran e."

(zt/ch)