Êrîşên li Hesekê û Çiyayên Kizwanê hate şikestin

15:54

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Şervanên YPG/YPJ'ê vê sibehê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li çiyayê Kizwanê şikandin. Şer û pevçûnên li bajarê Hesekê jî didomin. Welatiyên bajarê Hesekê jî tedbîrên ewlekariyê digirin.

Îro saet di navbera 04.00 û 05.00'an de komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî noqteyên YPG/YPJ'ê yên li navenda Îzaa (Radyo) û Radar ên herêma Çiyayê Kizwanê kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersiva êrîşan dan û di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di pevçûnan de kuştiyên çeteyan çêbûn, lê derbarê hejmara miriyan de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Çeteyên DAİŞ'ê neçar man û paş de vekişiyan

Duh çeteyên DAIŞ'ê hêzên ji Reqayê hêzek teqwiye anîbûn û di saetên sibê de derdora Eyn Îsa, Alya, Hesekê û bajaroka Sirîn de êrîşên berfireh pêk anîbûn. Êrîşên çeteyan ji alî şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin şikandin û di encama pevçûnên 16 saetên dawî de ji Kobanê heta Hesekê 93 termên çeteyan ketin destê şervanên YPGû YPJ'ê.

Li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê jî tedbîrên ewlekariyê tên wergirtin. Di vê çarçoveyê de 125 endamên jin ên Hêza Parastina Cewherî yên bajarê Hesekê ku di perwerdeyeke leşkerî re derbas bibûn, amadekariyên tabura Parastina Cewherî dikin.

Şer û pevçûnên li bajarê Hesekê û ya Çiyayê Kizwan jî didomin

(ch)