Komxebata jinan ya li Mêrdînê bi dawî bû

17:23

JINHA

MÊRDÎN - Komxebata jinan ya ku bi dirûşma 'Jin jiyane, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' destpêkiribû bi pêşiniyarên jinên beşdarvan ya ji Mêrdîn û navçeyên wê, bi dawî bû.

Komxebata jinan ya ku bi dirûşma 'Jin jiyane, kuştina jiyanê kuştina mirovahiyê ye' destpêkirî bi pêşniyarên jinên Mêrdîn û navçeyên wê bi dawî bû. Beriya pêşiniyaran Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, diyar kir ku di dema hikumeta AKP'ê de qirkirinên jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûne û got: "Ev zêdebûn girêdayî desthilatiya mêran e. Ji her 10 jinan 4 kes di mala xwe de rastî şidetê tên. Ji sedî 60-70 jin rastî tacîzê tên. Ev buyerên ku pêk tê hemû hêza xwe ji desthilatiya mêran digirin. Her çendî pêşniyar û hewildanên me ji bo alternatîfa azadiya jinan zêde dibe, hewqas jî şideta hişmendiya deshilatdaran jî zêde dibe. Hemû hewldanên wan ji bo jinan bê îrade hîştin e."

' Pirsgirêka civakê ya herî sereke zewaca zarokan e'

Gulser bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkên sereke ya di civakê de zewaca zarokane û axaftina xwe wiha domand: "Zarokên di temenê biçuk de tên zewicandin her roj tên tecawîz kirin. Her roj bi şidet û êrîşan re ru bi ru dimînin. Ev di civakê de wek rastiyek jinê tê dîtin."

Li hember şidetê, pêşiniyara ekiba mobil hate kirin

Jinan di pêşiniyarên xwe de diyar kirin ku divê li hember şidetê ekibên mobil jî bên avakirin ku dema şidet pêk tê bi lez mûdaxale were kirin.

Di dawiya Komxebatê de hate diyar kirin ku komek ji 4 kesan bila were diyar kirin û ev kom, rojeva 6 mehan derbixînin û bi çapemeniyê re parve bikin.

(zt/ch)