YPG: Êrîşên herî berfireh hate şikestin,147 çete hate kuştin
18:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku ji Rojavayê Çiyayê Kizwanan û xeta Alya heta bajaroka Sirrin, êrîşên herî berfireh ên çeteyan hatine şikandin û 147 çete hatine kuştin. Navenda YPG'ê destnîşan kir ku di van pevçûnan de 13 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG'ê derbarê Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo û êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku ji herêma çiyayê Kizwanan heta Sirrinê li qadeke berfireh pêk hatin de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo di roja xwe ya 62'yan de bi tevlîbûna hêzên me yên Kantonên Cizîr û Kobanê berdewam dike.
Rexistina terorî ya DAIŞ'ê, ji ber destkeftiyên stratejîk ên hêzên me teng dibe û bi êrîşên xwe yên nû dixwazin encam bistînin. Çeteyên DAIŞ'ê di vê çarçoveyê de ji navendên wekî Musul, Humus, Cerablûs û Minbicê 3 caran hêz û çekên giran tekwiyeyî herêmê kirin û li ser xetekî dirêj amadekariya êrîşê kirin. Çeteyan, piştî van amadekariyan, duh di demjimerên siharê de êrîşekî berfireh anîn ser qadên di bin serweriya hêzên me de.
Komên çeteyan destpêke xwe li hîn gundên vala yên li Rojavayê çiyayê Kizwanan bi cîh kirin û ji vir êrîşî gundê Bedî kirin. Piştî bersivdayina hêzên me li vir pevçunên dijwar hatin jiyandin. Çeteyan bi armanca şikandina parastina hêzên me li vir bi panzerekî tije teqemenî êrîşeke xwekujî lidar xistin. Komên çeteyan ku ji vê êrîşê jî encam ne stendin, şikestin û hatin paşvê xistin. Hêzên me li vî gundî 15 termên çeteyan bi dest xistin.
'Li gundê Elganê 21 çete hate kuştin'
Pevçunên piştî êrîşê li hember gundê Elganê ya ku dikeve navbera gundên Alya û Bedî destpê kir, heta derengiya şevê berdewam kir. Hêzên me êrîşên çeteyan şikandin û li vir 21 termên çeteyan bi dest xistin. 2 çete ku di van pevçunan de birîndar bibûn û bi armanca êrîşê xwekujî pêk bînin xwe di gund de veşartî bûn, ji aliyê hêzên me ve bi awayekî mirî hatin desteserkirin.
Pevçunên navbera hêzên me û komên çeteyên ku, lê hatibûn dorpeçkirin jî bi awayekî dijwar berdewam kir. Giraniya çeteyên ku ketibûn gundê Alya hatin kuştin. Hêzên me li vê gundî 8 termê çeteyan bi dest xistin.
Di encama van pevçunên ku direjahiya 25 km de hatin jiyîn şûnve êrîşê çeteyan hatin şikandin. Çeteyan li vê qadê bi panzer û 10 kesên cûda ve êrîşên xwekujî pêk anîn, lê yek ji wan êrîşan jî encam negirtiye. Li vê qadê bi giştî 46 termê çeteyan hatine bi dest xistin. Dîsa hêzên me li vê qadê gelek cebilxane jî bi dest xistin.
Hemû êrîşên DAİŞ'ê hate şikandin
Komên çeteyan îro di demjimerên siharê de li hember girên stratejîk, Izea û Radar a çiyayê Kezwanan êrîşek lidar xistin. Êrîşê çeteyan di demekî kin de hat bêbandorkirin û çeteyan neçar man ji qadê birevin. Di encama xebatên lêgerîne ya li vê herême de termê 7 çeteyan hat bidestxistin. Yek jî êrîşên herî dijwar a çeteyan, li herêma Başûr, Rojava û Rojhilatê bajaroka Ayn Îsa bû.Komên çeteyan ji pir noqteyan êrîş birin ser hêzên me.
Piştî êrîşên xwekujî ya ku li hember gundên Şergirat, Mişêrfa û Genterî bi 3 maşîneyên teqemenî barkirî hat lidarxistin, çeteyan bi awayekî komî dest bi êrîşê kirin. Di van gundan de heta derengiya şevê pevçunên zehf dijwar hat jiyan kirin. Di van pevçunan de çeteyan heta nivî gundê Şergirat pêş ve hatin. Piştî van pevçunan hêzên me çeteyan ji van gundan tevahî derxistin û êrîşê her 3 gundan jî şikandin.
Operasyona Ayn İsa hê berdewam dike
Komên çeteyan li hember navenda bajaroka Ayn Îsa û 3 gundên dikevin rojavayê bajarokê jî êrîş lidar xistin. Çeteyan di êrîşên Ayn Îsa de hîn herêmên di bin serveriya hêzên Burkan El Firat de bûn bi dest xistin. Piştî çeteyan ketin nava bajer hêzên me û hîn tekwiyeyên Burkan EL Firat ketin nava bajer û li dijî çeteyan operasyon dest pê kirin. Piştî pevçunên dijwar a li vê herême êrîşên çeteyan hatin şikandin. Li vir, hêzên me 8 termê çeteyan bi dest xistin. Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku di taxekî Ayn Îsa de hatiye dorpeçkirin berdewam dike.
Di van êrîşên berfireh a çeteyan de bi giştî qasî hatiye zelalkirin 147 endamên çeteyan hatine kuştin û 94 termê çeteyan jî hatine bidestxistin. 13 rêhevalên me yên ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolekî girîng lîstin û bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.
(ch)