‘Hesreta Kobanê û Şengalê di dilê wê de ma’
09:36
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Dayîka şervana YJA-Star’ê Sumye Abak (Nûdem Cizîrî) ku di meha Pûşberê de li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku keça wê pir dixwest li Kobanê û Şengalê şer bike lê negihiştiye mirada xwe û wiha axivi: "Piştî êrîşên çeteyên DAİŞ’ê ya ser Kobanê û Şengalê keça min êdî xwe ne girt û çu. Piştre jî birayê wê yê ji wê biçuktir jî li pey wê çu.”
Di sala 2014'an de çeteyên DAİŞ’ê êrîşên giran birin ser Şengal û Kobanê. Çeteyên ku bi hezaran mirov qetilkirin bi tayîbetî jî jin hedef digirtin. Li hember wan kirinên dijmirovane gelek jinên ciwan berê xwe dan çeperên berxwedanê û tevlî nava refên YPG-YPJ û PKK’ê bûn û her cihê ku tê de mirinek, êşek çêbû jiyanek nû jî ava bû. Yek ji jinên ku li hember hovîtiya ser gelê Kurd xwe negirt û tevlî refên PKK’ê bû Sumeye Abak e. Gûndê ku Sûmeye lê ji dayik bûye di salên 90'an de hatiye şewitandin. Şervana YJA -Star’ê Sumeye piştî ku xwendina xwe ya zanîngehê xelas dike û qadro jî jê re tê, ji malabata xwe re nameyek dihêle û diyar dike ku êdî ew nikare vê jiyanê bimeşîne û ew dixwaze here Şengal û Kobanê şer bike. Piştî çuyina Sumeye birayê wê jî dide du wê û tevlî nava refên gêrîlla dibe. Sumeye wek daxwaza dilê xwe li Kobanê an jî li Şengalê jiyana xwe ji dest nade û li Herêma Parastina Medyayê ji ber avê diçe. Dayîka Sumeye Lalîxan da zanîn ku hesreta Kobanê û Şengalê di dilê keça wê de maye û ew ji ber vê yakê gelek xemgîn e.
‘Ev doz wek zarokên min in’
Dayîka Sumeye Lalixan, diyar kir ku keça wê kesek bêdeng buye û her dem li ser waneyên xwe dixebitî, lê ji ber şerê Şengal û Kobanê biryar daye ku tevlî nava refên parastinê bibe. Dayîka Lalixan destnîşan kir ku keça wê tû carî li ber zilmê serê xwe netewandiye û wiha got: "Her tim digot çima ev neheqî li me dibe û berê xwe da Şengal û Kobanê, lê keça min negihişt ser miradê xwe.” Lalixan bi lêv kir ku keça wê di rêya xîret û namûsê de çûye û ew gelek bi keça xwe serbilinde. Lalîxan got ku heta dilopek xwîn di canê wê de hebe wê li pêy doza keça xwe be û wiha got: "Em tû carî dev ji doza xwe bernadin, piştî ku keça min çu kurê min ê jê biçuktir jî çû. Ev doz jî wek zarokên min in, ez ê çawa destê xwe ji zarokên xwe qut bikim.”
‘Wê êdî li hember neheqiyê xwe negirt’
Bavê Sumeye Mihemed Abak jî diyar kir ku keça wî dema çûye ji wan re nameyek hiştiye û gotiye ew êdî hew dikare li hember nehaqiya li ser gelê Kurd tê kirin xwe bigre û wiha got: “Qadroya dewletê ji keça min re hatibû lê keça min got ez nikarim vê jiyanê bijîm. Wê biryara li hember vê zilmê têbikoşe da û got 'Heger ez şehîd bikevim heqê xwe helal bikin." Mihemed anî ziman ku keça wî bi hûrmet, zana û welatparêz bû ye û wiha axivî: "Ew her dem li merasiman û li pêşiya cenazeyan bû. Keça min dixwest here Kobanê û Şengalê şer bike”
Hevsera Apê Sumeye Gûlsim Abak jî diyar kir ku berê li gundê Pelisiyê ya girêdayî Cizîrê bûne û dewletê gelek zilm û zordarî li wan kiriye û wiha berdewam kir: '' Leşkeran me hemuyan di mizgeftan de kom dikirin û heya êvarê dihiştin. Li zilaman didan, wan diperçiqandin. Sumeye hê zarokbûn xaniyê me şewitandin em hatin bajêr û me li vir jî gelek zehmetiyan kişand. Malbata Sumeye ji ber vê jî wê dan xwendinê lê Sumeye, tevî ku dibistanê qedand jî êdî hew tehemûl nekir û dev ji vê jiyanê berda .”
(ch)