'Mijar Kurd be dad vedigûhere kosterek xirabe'
09:41
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Bertekên li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe. Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay got: "Dema ku mijar Girava Îmraliyê be hiquq nayê bikaranîn."
Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salane tecrîd berdewam dike, ya herî dawî jî ji 5'ê Avrêlê heya niha berdewam dike. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay diyar kir ku di heman demê de tecrîd li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Ebru balkişand ser tecrîda 16 salan berdewam dike û axaftina wiha domand: "Mantiqa li giravê avakirina girtîgehê ji xwe tecrîd e. Ji ber Girtîgeha Îmraliyê di nava giravê de ye û ji ber şertên leşkerî her diçe tecrîd kur dibe."
'Em li hember tecrîdek girankirîn e'
Ebru destnîşan kir ku dem dem tecrîdê giran dikin, niha ew di pêvajoyek ya tecrîda girankirî de ne û wiha berdewam kir: "Tecrîda li Îmraliyê giran bûye û ev ne tenê li ser Birêz Abdullha Ocalan tê meşandin. Di rastiyê de pêvajoya aştî û çareseriyê tê tecrîd kirin."
'Asta ku tecrîd gihayê nayê pejirandin'
Ebru anî ziman ku asta tecrîd gihayê rewşek nayê pejirandine û wiha dom kir: "Dema ku bixwazin nêrînekê tecrîd bikin, girtîgeh ji bo wê destaye. Mantiqa giravê ne tenê tecrîda ser girtiyên li wê dimînin e, di heman demê de tecrîda li hember hemû kesên wê fikirê diparêzin û muxalîfan e."
'Gelê Kurd wê tecrîdê bişkênin'
Ebru der barê bertekên li hember tecrîdê jî anîziman û wiha pê de çû: "Dema ku mijar Kurd be dad vedigûhere kosterek xirabe. Birêz Ocalan Rêberê gelê Kurd e. Dema ku agahî bên astengkirin û rewşa tendûristiyê neyê zanîn ew bi xwe jî tecrîd e. Ya herî girîng jî di aliyê hiquqî de tecrîdkirine. Ew bipejirînin an nepejirînin Birêz Ocalan rêberê gelê Kurde. Pêdivî bi peyamên wê hene. Gel ji vê bêpar tê hîştin. Tecrîdkirina Ocalan pirsgirêkek herî girîng e." Ebru bi lêv kir ku gelê Kurd tecrîdê napejirînin, dê hemû bibin yek deng û tecrîdê bişikênin.
(zt/ch)