Kontrola trafîqê jî raspêrî jinên Rojava ye

09:44

Ruken Girkêlegê /JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Bi destpêkirina şoreşa Rojava, jin di hemû saziyên civakî de bi hejmarek mezin cihê xwe girtin. Ji wan xebatan yek jî xebatê qontrola trafîqê ye. Di saziyên trafîqê de jin bi aweyek aktîf cihê xwe digre û berpirsyariya wê hildide ser milên xwe.

Li bajaroka Girkê Legê ya Kantona Cizîr a Rojava jin bi rengê xwe tevlî saziya trafîqê dibin û bala civakê dikêşin ser kar û xebatên xwe. Jinan anî ziman ku di serî de dema dest bi karê rêxistinkirina trafîqê kirine, ji ber kevneşopiyên civakî ew rastî bertekên cûda hatine, lê bi sekna xwe ya rêxistinî û disiplîni ew vê bertekê şikandine. Jinan diyar kirin ku piştî ku xebat pêş ve çû ew hê hêsantir xebat didin meşandin û bi rengê jinê bune navenda meraqa civakê.

'Ji ber ku rûyê me bi ken e, û zimanê me nerm e'

Rêvebira trafîqê ya bajarê Girkê Legê Bêrîvan Elî derbarê xebatên xwe de got: "Xebatên me yên navendî bi giştî wek sîstema hevserokatî bi rê ve diçe. Li navendê 4 hevalên me yên jin xebat didin meşandin. 4 jin navendê de xebatên trafîqê didin meşandin. Em girîngî didin xebatên rêxistin kirinê. Şêniyên bajarok dema ku tên navendê pêwîstiyên wan ango pirsgirêkên wan a heyî re mijûl dibin û çareser dikin. Di warê xebatên ewlehiyê de em û hêzên asayîşa bajêr di nava têkiliyê de ne her dem."
Berpirsyara arşîva Navenda Trafîqê Rênas Girkê Legê jî got: "Ez li navendê tirafîqê berpirsyara arşîvê me. Hemû xebatên ku tên meşandin bi aweyek fermî em derbasî arşîvê dikin. Ji bo ku xebatê mede pirsgirêk dernekeve em girîngiyê didin xebatê arşîvê û diparêzin."

Endama trafîqa Girkê legê Necbîr Kûlince got: "Ez 8 heyvin cihê xwe li navenda trafîqê digrim. Wek jin em li hemû navandan cihê xwe digrin û berpirsyariya xebatan digrin ser milên xwe. Hevalên me li nava bajêr û li cihên bazarê xebatên xwe didin meşandin. Di serî de demê ku me nû dest bi xebatê qontrola trafîqan kir, ji ber kevneşoyên civakî em rastî bertekên gel dihatin. Lê me bi sekna xwe ya rêxistinî û disiplînî, vê bertekê ji holê rakir. Ji ber ku rûyê me bi ken e û zimanê me nerim e civak demek kin de me pejirand. Piştî ku xebatên me pêş ve çû em hê bi hêsantir tevlî xebatan bûn û bi rengê jinê hemû navendê me bu navenda meraqa civakê. Pêwîste hemû jin bi berpirsyariya xwe a civakê ve rabin û werin tevlî xebatên rêxistinkirina trafîqê û qadên din bibin."

(rb/rc/ch)