Jinên Efrînê kominên xwe ava dikin
09:47
JINHA
EFRÎN - Endamên komîna Şehîd Rûbarîn a taxa Eşrefiyê ya Efrînê komîngeha xwe vekirin.
Endamên komîna Şehîd Rûbarîn a jinan a taxa Eşrefiyê ya Efrînê komîngeha xwe bi merasîmekê vekirin. Qada merasîmê bi posterên Rêberê PKK' ê Abdulah Ocalan û wêneyên têkoşerên jin, her wiha alên Yekîtiya Star hate xemilandin.
Merasîma vekirina komîngehê bi beşdarbûna dehan jinan, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî merasîmê Endama Meclîsa Yekîtiya Star Zeyneb Îbrehîm axivî û vekirina komîngehê li hemû jinên taxa Eşrefiyê pîroz kir û diyar kir ku wê jin di komîngehê de bighêjin hev û hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Îbrehîm da zanîn ku jin wê di komîngehê de xwe perwede bikin û jiyana xwe bi rêxistin bikin.
Deriyê komîngehê ji aliyê Dayîkên Aşîtiyê ve hate vekirin û jin bi dirûşmeyan derbasî komîngehê bûn.
Di dawiya merasîmê de jinan xelekên govendê gerandin û bê navber diurşme berz kirin.
(ch)