Li Wanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî

12:49

JINHA

WAN - Wan bi armanca protesto kirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş û mitîng li darxist. Di mitîngê de Fîgen Yûksekdag axivî û wiha got: "Bi dîlgirtina rêberê gelekî re îqtîdar nayê avakirin. Di 7'ê Pûşberê de 6 mîlyon kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan deng da. Tu partiyek siyasî nikare dengên ku ji bo azadiya Ocalan hatiye dayîn piştçav bike."

Li Wanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî meş û mitîng li dar xistin. Bi tevlîbûna sedan welatî û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yûksekdag, parlementerên HDP'ê Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, Hevserokên navçe û navendê ya HDP û DBP'ê, Platforma ji Ocalan re Azadî, Dayîkên Aşitî, KJA û endamên DEM-GENÇ'ê meş hate li darxistin. Girseyê ku ji bo meşê li ber xaçerê ya Îkî Nîsanê hatin ba hev rastî asteng kirina polîsan hatin. Sedema mûdaxeleya polîsan dîsa bi hinceta ku wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û flama "qedexeye" hat asteng kirin. Li hember vê yekê girse çalakiya rûniştandinê pêk anîn. Piştî rageşiya demkurt ya bi polîsan re girse bi vê carê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hildan û ber bi parqa Musa Anter ve meşiyan.

Meşa bi gihêştina Parqa Musa Anter bi dawîbû, piştre girse tevlî mitîngê bû. Di mitîngê de postarê Abdullah Ocalan ya li ser "Azadiya rêber Apo azadiya Kurdistanê ye" hatibû nivîsandin hat hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Platforma ji Ocalan re Azadî Ayla Yildirim despêkê axivî. Ayla got: "Azadiya Ocalan azadiya kedkaran, bindestan û jinane. Pêwîste êdî STK û partiyên siyasî berpirsyariyê rakin."


'Bi dîlgirtina rêberê gelekî re îqtîdar nayê avakirin'

Piştî wê Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yûksekdag gel silav kir û got: "Em bi gelê ku girêdayî azadî û rûmeta xwene, şanazin." Fîgen destnîşan kir ku li Kobanê û Girê Spî gelê Kurd ji bo azadiya xwe li berxwedan û wiha domkir: "Ji bo çeperên nû yên azadiyê em cardin ketin rê." Fîgen anî ziman ku, ji bo girtiyên siyasî deriyên azadiyê ewê bi hevre vebikin û got: "Polîtîkayên ku azadkirina Ocalan û girtiyên siyasî nepejrîne, azadî wê pêkneyê. Bi dîlgirtina rêberê gelekî re îqtîdar nayê avakirin." Fîgen destnîşan kir ku ruxmî anîbûn ziman ku ewê pirsgirêka Kurd çareserbikin, lê belê li beramberê vê yekê heyan niha tu gav ne hatiye avêtin.

'Ocalan û gel wê bi hevre deriya jiyanek nû vebikin'

Fîgen bi lêvkir ku 6 milyon kesên ku dengê xwe dan HDP'ê daxweza çareserkirina pêvajoya demokratîk û aştiyane kir û wiha pêde çû: "Ji bo azadiya Ocalan 10 mîlyon mirov îradeya xwe danîn holê. Di hilbijartinê de jî ji bo azadiya Ocalan eger ewqas deng hatibe dayîn, kes nikare vê yekê pişt çavbike. Ev îradeya demokratîk a ku hatiye nîşandan, tu koalîsyon û partî nikare ji nedîtî ve bê." Fîgen diyar kir ku ewê tevî gelê Tirkiyê û pirsgirêkê civakî têkoşîn bidin û wiha got: "Heyan ku em di riyê azadî û serkeftinê de bin, em ji rastiyê tu car dur neketin. Heyan ku baweriya me bi nirx xurtbe dê bersivê me li hember tarîtiyê bi hêzbe."

Fîgen destnîşan kir ku dixwezin gel ber bi hilbijartinek zûka û şerve bikşînin û wiha domkir: "Ev pergala ku vîna vî gelî nabîne û ber bi şerve dibe, cihê ku aîdê wire dê îadêya wir bike." Fîgen di dawî de anî got ku ew bi serkeftinên nû dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Çareserkirina pêvajoyê aştî û girtiyên siyasî bi azadkirina Ocalan re wê pêk bê. Ocalan û gel wê bi hevre deriya jiyanek nû vebikin."

(rc/ch)