Ji xebatkarên şaredariyê re semînera zayendi ya civakî hate dayîn

15:34

JINHA

MÊRDÎN - Şaredariya Mezin a Mêrdînê semînera zayendiya civakî da xebatkarên xwe.

Şaredariya Mezin a Mêrdînê semînera zayendiya civakî da xebatkarên xwe. Bi organizasyona Seroka Daîrêya Polîtîkayên Jin a Şaredariya Mezin a Mêrdînê, ji bo serok û midurên daîrêya Şaredariya Mezin, Civaknas Gulistan Zengîn a ji Yekîtiya Şaredariya Anatolya ya Başûrê Rojhilat e, semînera zayendiya civakî da. Semînera ku li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin pêkhatî de mijarên wek "Dîroka Jinê", "Hişmendiyên zayendiya civakî" , "Hişmendiya wekheviya di navbera jin û mêr de" hat nîqaş kirin.

(rc/ch)