Li Helebê 4 kominên Jinan hate ava kirin

16:35

JINHA

HELEB - Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwe bi rêxistin dikin û komînên xwe yên xweser ava dikin. Jinên taxê 4 komînên jinan ava kirine.

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in rêxistiniya xwe pêş dixin ku heta niha 4 komînên jinan ava kirin. Civînên avakirina komînan ji aliyê Yekîtiya Star ve hate orgenîzekirin.

Di civînan de Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Viyan Birûsk li ser girîngiya rola komînan di rêveberiya civak û bi taybet jinan de axivî û diyar kir ku projeya komînên jinan cara yekem di cihanê de pêk tên û got: ''Di riya komînan de wê jin perwedeya xwe bibinin, xwe bi rê ve bibin û aboriya xwe jî pêş bixin. Di komînê de hemû pêkhate wekî hev jiyan dikin. Pêwîste hemû jinên taxê cihê xwe di nava komînan de bigirin.''

Di civînan de hilbijartin hatin lidarxistin û endamên komîteyên lihevhatinê, ciwanan, parastin û xwezayê yên komînan hatin hilbijartin.

Komînên hatine avakirin sê ji wan li rojavayê taxê bi navê Şehîd Berfîn, Şehîd Sema û Şehîd Axîn û yek li rojhilatê taxê bi navê Şehîda Sariya hatin avkirin.

(ch)