Doza Marîtsa Kûçûk taloqî 21'ê Îlonê bû

17:11

JINHA

STENBOL- Doza Marîtsa Kûçûk ya di êrîşa Samatya ya hemberî jinan de jiyana xwe ji dest dabû taloqî 21'ê Îlonê bû.

Danişîna 15'emîn a doza Marîtsa Kûçûk ya di êrîşa hemberî jinên Ermenî ya Samatyayê de jiyana xwe ji dest dabu li Dadgeha 2'emîn Cezaya Giran a Çaglayanê hate dîtin. Danişîn bi tevlîbûna merivên Marîtsa Kûçûk, parêzera wê Eren Keskîn, bersûc Murat Nazaryan û parêzerê wî Cafer Gûl dest pê kir. Parezer Eren Keskîn di danşînê de mafe axaftinê girt û pirsa polîsên sivîl ji bo çi piştî bersuc Murat Nazaryan hate girtin, birine peravê kir. Li ser vê pirsê Murat Nazaryan bersiv da û idia kir ku polîsan li peravê wî tehdit kiriye û gotiye 'em ê te bavêjin bahrê'

Parezerê bersuc Cafer Gûl jî anî ziman ku êrîş bi awayek organize pêk hatiye û 4 kesên din jî tevlî buyerê bûne lê nehatine girtin. Cafer da zanîn ku endamên rêxistina ku vê êrîşê organize kirine muwekîlê wî wek qurban hilbijartine, faîlên buyerê jî li derve ne. Cafer bi daxwaza demê axaftina xwe bi dawî kir û tahliyeya muwekilê xwe ya bi şert xwest.

Serokê Dadê bi biryara taloqkirina danişinê ya 21'ê Îlonê 2015'an bi dawî kir

(ch)