Li Herêma Federal a Kurdistanê helmeta 'Ji Ocalan re Azadî' dest pê kir

17:21

JINHA

SİLÊMANÎ - Li bajarê Hewlêrê ji aliyê Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve helmeta 'Ji Ocalan re Azadî' hat dest pê kirin.

Însiyatîfa Azadî Ji bo Ocalan li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên li hember tecrîdê kirin. Gelek kesayetî, parlamenter, nûnerên partî û aliyên siyasî beşdar bûn. Daxuyaniya çapemeniyê li Otêla Çarçira ya bajarê Hewlêrê hat dayîn. Li ser navê Desteya Rêveberiya Pêngava Însiyatîfa Azadî ji bo Ocalan, Perwîn Ezîz daxuyanî xwend û got: “Bi dîtina me ji bo pêvajoya aştiyê, çareseriya demokratik û mûzakere bi awayekî asayî berdewam bikin, di encama wê yeke de bê şert û merc Rêber Ocalan bê azad kirin.”

Perwîn di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “Ev 16 sale birêz Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de hatiye girtin û radestî dewleta Tirkiyê hatiye kirin. Li beramberî vê yekê gelê Kurdistanê, tevgera azadiyê û rêberê wê di nava berxwedanek bê hempa de ne ku komploya navneteweyî vala derbixin. Di vî warî de bi hezaran destan hate nivîsandin. Bê şert û merc azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas e. Danûstandin û mûzakere li ser bingehên zagonî û garantîkirina wê di destûra Tirkiyê de ye. Di qonaxa danûstandinê de hemû derfet ji bo hevdîtinên ligel Rêber Ocalan ligel aliyên cûda bên afirandin. Li derdora mêzeyê guftûgoyan kom bibin." Perwîn daxwaz kir ku divê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê li hemberî tecrîdê bên zêdekirin.

Parlamenter, kesên siyasî, nûnerên partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî diyar kirin ku wê alîkarî bidin kampanya yê.

(zt/ch)