YPG: Eyn Îsa ji çeteyan hate paqijkirin
17:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihandin ku bajaroka Eyn Îsa ketiye kontrola YPG’ê.
Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: "Hêzên me li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya roja derbasbûyî li ser xetekî direj a ji Kobanê heta Hesekê direj dibe berxwedaneke mezin û dîrokî nîşan dan. Piştî êrîşên çeteyan duh pişt nîvro piranî hatin şikandin, hêzên me êrîş û operasyonên xwe dest pê kirin. Di çarçoveya van operasyonan de komekî çeteyan a di nava bajaroka Eyn Îsa de hatibû dorpeçkirin jî hatiye tûnekirin û bajarok bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Bi vî awayî ev êrîşên berfireh û dijwar a çeteyên DAIŞ'ê ya ku ew demekî direj û bi amadekariyên mezin plankirî bûn ji aliye hêzên me ve bi temamî hatine şikandin."
(rc/ch)