Biryardariya jinan 'qulûbeyên ewlehiyê' da sekinandin

18:22

JINHA

AMED - Li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi pêşengtiya KJA û Meclisa Dayîkên Aşitiyê li hember avakirina 'Qulûbeya ewlehiyê' çalakiya runiştinê hate lidarxistin. Dema ku leşkeran biryara sekinandina qulûbeyan dan jinan jî dawî li çalakiya xwe anîn.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li hember avakirina 'Qulûbeya ewlehiyê' ya ku berî niha çend rojan hatibû destpêkirin duh di saet 17.00'an de bi pêşengtiya KJA û Meclisa Dayîkên Aştiyê jinan çalakiya runiştinê lidarxistin. Çalakiya runiştinê ya ku duh êvarî hatibû destpêkirin, îro bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. MEYA-DER, Navenda Jinan Çîçek, endamên Meclisa Şaredariyê ya Kerboranê, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol Akay û Hevşaredarên navçeyên Mêrdînê beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik ve hat xwendin. Zeynep da zanîn ku ji ber leşkeran çêkirina qulûbeyê dane sekinandin ew dawî li çalakiya xwe tînin.

'Em ê li hember çêkirina qereqolan bibin mertalên zindî'

Zeynep destnîşan kir ku sedemê sereke yê çêkirina qereqol û qaleqolan "zagona ewlehiya hûndir" ya ji aliyê hikumetê ve tê lidarxistin e, û axaftina xwe wiha domand: "Leşker û polîs ji ber zagonên heyî van tiştan dikin. Em ê weke gel bi bertekên herî bi hêz li hember çêkirina van qereqol û qaleqolan bisekinin. Em ê nehêlin ne li Kerboranê û ne jî li ti cihekê qereqol û qaleqol bên çêkirin. Li kû derê dest bi çêkirina qereqolan bê kirin em ê bibin mertalên zindî û li wê bin. Niha em çalakiya xwe bi dawî dikin, lê ev nayê wê wateyê ku em ê pişta xwe bidinê, em ê her dem bişopînin."

'Em ne bendavan ne jî qereqolan naxwazin'

Dayîkên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiyê bûn jî diyar kirin ku dê li hember çêkirina bendavan û qereqolan bisekinin. Ji Dayîkên Aştiyê Delal Yilmaz jî anî ziman ku ew li hember çêkirina qulûbanin û wiha berdewam kir: "Kezeba me şewitî êdî em naxwazin rondikên çavên tû dayîkan bên rijandin. Em êdî dixwazin dawî li mirinan bê. Bila êdî dawî li çêkirina van qereqolan jî bê û aramiyek bikeve her derê."

Dayîka Aştiyê Nurê Akar jî axivî û got: "Em weke jin û gel li vê derê ne, em naxwazin li derdora me qereqol, qaleqol û cihên leşkerî bên çêkirin. Em dixwazin êdî em bi rehetî li bax û bîstanên xwe bigerin. Em bendavan û qereqolan naxwazin. Çalakiya me çiqas dom bike jî em ê li vê derê bin û em ê dest ji çalakiya xwe bernedin."

(zt/ch)