Nasnameya 10 Şervanên YPJ/YPG hate eşkere kirin
18:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Nasnameya 10 şervanên YPG/YPJ'ê yên ku di pevçûnên li Mişêrfê, Hesekê, Mebrûka û Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.
Navenda Çapemeniya YPG'ê di malpera fermî ya YPG'ê de daxuyaniyek weşand û nasnameyên 10 şervanan eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Roj bi roj dîroka berxwedanî û lehengtiyê xwe dûbara dike. Her roj şervanên me yên YPG û YPJ ku mîna stêrkan ji bo axa Kurdistanê ronî bikin tekoşîn didin, îro li Rojavayê Kurdistanê destan tê nivîsandin û hêzên me serkeftinên mezin bi dest dixin, hemû bi ked û saya şehîdên me yên ku canê xwe dana ji bo parastina nirxên mirovahiyê. Di vê berxwedaniya bêhempa de heft şervanên me li Mişêrfê û şervanek me li Hesekê û şervanek jî li bajarokê Mebrûka û şervanek din li Ayn Îsa bi lehengî, qehremantî û fedekartiyeke mezin heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Em bi navê Yekîneyên Paratina Gel û Yekîneyên Parastina Jin sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopdariya riya şehîdan didin."
Nasnemeyên şervanan wiha ne:
- Afat Serêkaniyê (Lewend Kawaê) li Serêkaniyê -bajarokê Mebroka - 30 Pûşber -2015 de jiyana xwe ji dest da
- İsmaîl Baxiş Qundu ( Bedran Siwerek) :Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe -30 -Pûşber-2015
- Bextiyar Qoser ( Ahmet Çilgîn) Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe -30 -Pûşber -2015
- Eylem Bermal Egîd ( Bêrîtan Ataliya) Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe 27- Pûşber - 2015
- Firat Merdîn ( Aykan Cengîz) Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe -27- Pûşber -2015
- Merwan Ûzlep( Mustefa Turhan) Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe -27- Pûşber -2015
- Sîpan Amed (Ferman Tugrul) Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe -27- Pûşber - 2015
- Tayhan Rozerin (Zerdeşt Kîlîc) Til Ebiyet -Gundê Mişêrfe - 30 - Pûşber - 2015
- Zinar Şoreş Serhed ( Osman Atmaca) Ayn Îsa 27- Pûşber - 2015
- Rêbîn Şoreş ( Êrîş Elî) Hesekê - Um Elkubir - 27-Gulan - 2015
(ch)