Çîlem a ku rastî tundiyê dihat hevserê xwe kuşt
11:10
JINHA
EDENE - Çîlem Dogan a ku rastî tundiya hevserê xwe yê berê dihat û piştî ji hev veqetandinê jî ev tundî berdewam kir hevserê xwe Hasan Karabulut kuşt.
Çîlem Dogan a 28 salî ya li Edeneyê dijî ji hevserê xwe yê ku her dem jê şidetê didît berda. Çîlem ji ber ku zarokek wan ya 9 mehî hebû, ji neçarî cardin bi hevserê re di heman malî de jiya lê tundiya li ser wê dihat kirin dîsa berdewam kir. Çîlem Dogan ya ku li kolana 70679 ya taxa Yeşilyurdê dimîne êdî tehamûla şideta ku dibîne nekir û bi çekê hevserê xwe Hasan Karabulut kuşt. Çîlem a bi 6 guleyan hevserê xwe yê berê xist piştre û li malbata xwe geriya û bûyer ji wan re vegot.
Cenazê Hasan ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tiba Edliya Edeneyê.
(zt/ ch)