Di nava refên YPJ Şengal'ê de 3 xwîşk xweparastinê de ne

12:24

JINHA

ŞENGAL - Jin tola jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin û revandin hiltînin. Li hember çeteyan 3 xwişkên bi navê Dêrsim, Bêrîtan û Ruken di nava refên parastina cewherî de cîh girtine. 3 wxîşkên ku di nava refên YPJ Şengal de parastina jinan û yê gelê Êzidî dikin, balkişandin ser giringiya parastina cewherî û bang li hemû ciwanan kirin ku beşdarî nava berxwedanê bibin.

Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê ya li Çiyayê Şengalê dijîn, di 3'ê Tebaxa 2014'an de rastî komkujiya rêxistina terora DAIŞ'ê ya herî mezin hatin. Civata Êzidiyan a hatin qetilkirin û êsîr girtin, ji bo xwe û cihê lê dijî biparêze, yekîneyên leşkerî yên piraniya wan ji Êzidiyan pêk tê, ava kirin. 3 xwişk jî tevlî vê yekîneyê bû û bandor li her kesî kir. Yek ji van her sê xwişkan Dêrsim Şengal Kawa ku niha di nava Fermandariya YPJ Şengalê de cihê xwe digire, diyar kir ku ew êdî ne tenê xwişkên hev in di heman demê de rêhevalên hev in û got, "Em 3 xwişk tevlî refên YPJ Şengal bûn. Em niha him rêheval in, him jî xwişkên hev in."

Dêrsim got, "Ji roja em tevlîbûn û heta niha armanca me ew e ku em tola civat û jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin û revandin, hilînin. Em jî weke 3 jinên Êzidî, ji bo li dijî rewşa qewimî bisekinin û tolê hilînin, tevlî vê bexwedanê bûn. Heta dawiyê em ê ji bo gelê xwe li ber xwe bidin û têbikoşin." Kawa destnîşan kir ku li Şengalê mirovahî hat qetilkirin û ew ê êdî rê nedin komkujiyan.

Dêrsim diyar kir azadkirina Şengalê wê bibe wesîle ji bo gelê Kurd wê komkujiyê ji bîr bike û got, "Ji ber vê yekê bang li her kesî dikim, ol, nîjad, ziman çi dibe bila bibe; her ciwan divê di nava pêngava azadkirina Şengalê de cihê xwe bigire."

'Min tolhildana jinan bingeh girtiye'

Ji her sê xwişkan Bêrîtan Sozdar jî diyar kir ku ev 11 meh in ew li Şengalê li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê li ber xwe dide. Bêrîtan da xuyakirin ku eger xaka mirovan ne azad be û ji aliyê dijmin ve hatibe dagirkirin ti wateya xwe nîne ku mirov li malê rûnê û li benda êrîşeke din bin. Sozdar destnîşan kir ku bi qasî dîlbûyîna li ser xaka xwe tiştek êşê nade mirovan û got, "Em civata Êzidî ya 73 ferman bi serê me de hat, êdî dem hatiye em xwe bi xwe biparêzin; em hinekî dereng jî man. Piştî fermanê min dît ku yên tên qetilkirin, revandin û nikarin xwe biparêzin em jin in. Ji ber vê yekê tevlî nav refên YPJ Şengalê bûm û hilanîna tola jinên hatin revandin û qetilkirin min ji xwe re esas girt. Weke her sê xwişk, dema em nû tevlîbûn, gelek mirovan ji civata me fêm nedikir. Bi taybetî tevlîbûna me sê xwişkan, di mejiyê civata me ya Êzidî de rê li ber pirsan vekir. Lê belê me ew pirs ji holê rakir û li şûna wan bawerî û hêvî afirand." Bêrîtan diyar kir ku 2 birayên wan jî di nava berxwedanê de cih digirin û birayekî wan ê bi navê Şengal li çiyê, birayê wan ê bi navê Kawa jî li ser sînor di nava berxwedanê de ye.

Bêrîtan da zanîn ku ji ber bûne hêviya Êzidiyên li Şengalê kêm be jî ev yek bûye wesîle ji bo bibin hêviya gel û got, "Ji bo xaka xwe, eger pêwîstî pê hebe em ê canê xwe bidin. Weke jinekê, bi taybetî jî weke jineke Êzidî ez ê tû carî destûrê nedim ku êdî jin bêçare bin. Ji ber ku em jin ne bêçare û ne bêhêz in; Eger em bixwazin hem ji aliyê leşkerî, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve em dikarin bi pêş ve biçin. Di roja destpêkê de jî min soz dabû gelê xwe, ez niha jî dubare dikim ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê şer bikim û têbikoşim."

'Em ê desturê nedin bêçaretiyê'

Yek ji xwişkên piştî komkujiyê ji bo dawîanîna li êşên civata Êzidî tevlî refên YPJ Şengalê bû, Rûken Mûnzûr e. Rûken anî ziman ku ji bo pêşî li komkujiyên bi vî rengî bigire ew tevlî nava refên YPJ Şengalê bûye û got, "Ji bo em bersivê bidin êşên gelê xwe yê hatiye qetilkirin û revandin, em tevlî bûn. Me soz da ku em ê Şengalê azad bikin û heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Em ê vê soza xwe heta dawiyê bi cih bînin. Divê çar parçeyên Kurdistanê azad bibe. Lewma me xwe ne tenê ji bo azadiya Şengalê ji bo her devera Kurdistanê ya pêwîstî bi me hebe, amade kirine."

'Em ê heya dawiyê girêdayî soza xwe bin'

Ruken da xuyakirin ku ji roja fermanê heta îro wan Şengal neterikandine û got, "Ji ber ku derketina ji cihê mirovahî lê hat qetilkirin, li mirovahiyê nedihat. Heta ku Şengal azad nebe, sîstemeke leşkerî bi temamî lê neyê rûniştandin, em ê ji Şengalê dernekevin. Em ê heta dawiyê li Şengalê li ber xwe bidin û bi serkevin. Pêwîst bike em ê canê xwe bidin, lê dest ji Şengalê bernedin."

Ruken bang li civata Êzidî bi taybetî jî ciwanan kir ku di nava berxwedana Şengalê de cihê xwe bigirin û got, "Ji bo pêşîgirtina li komkujiyan divê her kes were Şengalê."

(zt/ch)