UNHCR: 4 Milyon welatiyên Sûrî koçber in

13:31

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kar û Barê Koçberan a Navnetewî (UNHCR) di raproa xwe de diyar kir ku hejmara koçberên Sûrî yên li welatên cuda belav bûne 4 mîlyonî derbas kiriye. UNHCR, da zanîn ku 7 mîlyon û 600 hezar koçber li di hundirê Sûriyê de koçber bûne.

Serokê Rêxistina Kar û Barê Koçberan a Navnetewî (UNHCR) Antonio Guterres di raporekê de diyar kir ku hejmara koçberên ji ber şerê li Sûrî koçî welatên cîranê Sûrî bûne di sala 2015'an de gihiştiye 4 mîlyon û 270 hezar kesî. Antonio destnîşan kir ku koçberên Sûrî ji ber rewşên şer, birçîbûn û her wekî din pêk hatiye û got ku hejmara koçberên Sûriyê ya li Tirkiyê gihiştiye mîlyonek û 800 hezara kesî, her wiha piraniya koçberên Sûrî li Lubnan, Misir, Urdin û Îraqê jiyan dikin.

Antonio Guterres, da zanîn ku di nava 4 salên dawî de 270 hezar welatiyên Sûri îltîcaya Ewropa xwestine û got: ''Li van zêde jî 7 mîlyon û 600 hezar koçberên di hundirê Sûriyê de koçber bûne hene.''

Antonio di daxuyaniya UNHCR de da zanîn ku 630 hezar koçberên Sûrî li Urdin piraniya wan di bin rewşa xizaniyê de jiyan dikin, li Lubnanê jî mîlyonek û 173 hezar koçberên Sûrî hene nîvê wan di bin xeta xizaniyê de jiyan dikin û debara xwe bi di navbera 3 û 3 dolaran dikin û cihê têde bi cih bibin nîne.

(ch)