Şervana YJA Starê Gulcan Îşnas li ser milên jinan hat oxir kirin

13:45

JINHA

WAN - Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Gulcan) a li herêma Doskî ya navçeya Gevera Colemêrgê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest dabû, li ser milên jinan hat oxirkirin. Dayîka Gulcan Muhtaber Îşnas got: "Keça min ji ber zilma li ser gelê Kurd nepejirand ji bo xwedîderketina li vîna xwe û gelê xwe şehîd ket."

Cenazeya gerîlaya YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Gulcan) a li herêma Doskî ya navçeya Colemêrg Geverê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest dabû, li pêşiya bajarê Wanê bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel piştî pêşwazîkirinê cenaze anîn Meclîsa Yenî Mahalle ya Wanê. Jinan li vê derê darbesta cenazeyê Gulcan hilgirt ser milan û bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" birin Şehîdgeha li Yenî Mahalle. Di meşê de Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Havya, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, malbat û xizmên Gulcan û bi hezaran şêniyên bajêr amade bûn. Di merasîma cenaze de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gerîlaya YJA Starê Gulcan û alên PKK'ê hatin hildan. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên aştî û azadiyê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Havya diyar kir ku hin mirov hene di nava jiyanê de gelekî diaxivin lê tiştekî nakin, hin mirov jî hene qet neaxivin lê bi sekna xwe ya di jiyanê de gelek tiştan dikin. Derya da xuyakirin ku li hemberî zaliman û dîktatoran mirovên ciwan û jinên Kurd berxwedaneke dîrokî nîşan didin û got, "Heta ku zilm dewam bike, ev berxwedan jî wê dewam bike."

Parlamenterê HDP'ê Remzî Ozgokçe peyivî û anî ziman ku Dehaqên zalim ji bo berjewendiyên xwe agir berdidin cîhanê, lê gel bi berxwedana xwe re destûrê nade vê. Remzî diyar kri ku Kurd bi berxwedana xwe re rûmeta mirovahiyê diparêzin û got, "Li pêşberî ciwanên me yên di vê oxirê de canê xwe didin, bi rêzdarî em bejna xwe li ber ditewînim û soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."

Dayîka Gulcan Muhteber Îşnas jî got ku serê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû hevalên wê saxbin û wiha axivî: "Keça min ji ber zilima li ser gelê kurd ne pejirand ji bo xwedîderketina li vîna xwe û gelê xwe şehîd ket."

Piştî merasîma cenaze welatî derbazî taziya li konê şînê yê li taxa Şafak ya Sixkê hatî vedan bûn.

(zt)