Ji zarokên Helepçe yên wenda Meryem li benda gihana malbata xwe ye

14:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji zarokên di qirkirina Helebçe de windabûyî Meryem Barutçiya piştî testên DNA yê girtiye bi kelecan li benda bersivê ye.

Meryem Barutçiyan yek ji zarokên ku zêdetirî 27 sale ji malbata xwe ya rast winda bûye û ji aliyê malbatek Îranê ve hatiye mezin kirin. Meryem li ser rûpelê xwe yê taybet ê Facebookê nivîsek belav kir û wiha dibêje: “Eger kes rêzê li dayîka ku ev 27 sale min xwedî dike negire, xwezî min qet ne zanîbûya ez ji Helebceyê me. Niha dizanim ji Helebce me, lê ez poşman kirim. Ji ber ku piştî 27 salan jî zilm li zarokên Helebce hat kirin û xerîb in. Agahdariya ti kesê ji rewşa me nîne û wekî em mirîbin, lê em zindîne.”

'Ew difikirin ku em mirine lê em dijîn'

Ew keça ji bajarê Helebce di berdewama axaftinên xwe de wiha dibêje: “Ez û Zimnako bi hewldanên xwe hatine, lê heta niha Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan qet pirsa min nekiriye! Odeyek nedan min, ji bo ez di nav de bijîm. Ez mame û xema dîtina malbata xwe dixwim. Ez li Îranê jî xerîb bûm û li bajarê xwe jî xerîb im, agahdariya kesê ji me nîne.”

Meryem di dawiya nivîsa xwe de vê pirsê dipirse û wiha dibêje: “Ma kî razî dibe keça wî tenê şevekê jî bi tenê di mala xelkê de bijî? Dilê min pir şikest û dilê min bê kes hiştin. Ev 3 mehe ez li benda bersiva DNA’yê me. Niha sedî 98 eşkere bûye ez zarokê kîjan malbatê me, lê ji min re nabêjin! Ez tiştekê naxwazim, tenê malbata xwe dixwazim. Pêwîstiya min bi himbêza malbata min heye. Malek aram û ya min be, nekû wekî her demê centeyê min di destê min de be, bajar bi bajar, mal bi mal penaber bibim.”

(zt)