Gelo sirgûn amadekariyên operasyona 'Vegera Jiyanê' ne?

14:12

JINHA

STENBOL - Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azad parêzer Banu Goveren diyar kir ku sirgûnên hatine destpêkirin amadekariyên operasyona "Vegera Jiyanê" tîne bîra wan. Jinên girtî jî gotin ku ew naxwezin bên sirgûnkirin
Sirgûnên li girtîgehan ên li hemberî girtiyên siyasî berdewam dikin.

Îdiayên ku dê girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê d dimînin sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 9 a Sîlîvriyê bên kirin her ku diçin xwirt dibin. Her wiha bertekên malbat û hiqûqnas ên li hemberî sirgûnan berdewam dikin û diyar dikin ku sirgûn dibin navê "Vegera Jiyanê" tên kirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) a Stenbolê parêzer Banu Guveren der barê sirgûnan de axivî û da zanîn ku di xwazin bi sirgûnan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyan xurttir bikin.

Banu diyar kir ku armanca sirgûna rêxistinbûyina girtiyan a di girtîgehan de ji holê rakirine lê ew ê destûrê nedin qetlîamek nû. Guveren bi lêv kir ku daneyên şênber ên der barê sirgûnan de hene û wiha got: "Rayedarên girtîgehê ji girtiyan re gotiye; 'amûrên xwe kom bikin' û girtî sirgûnî girgtîgehên Umraniye û Metrîsê kirine. Ji ber madeyên di paketa ewlehiya navxweyî ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye derxistin em nizanin dê di dema sirgûnan de şîdetek çawa were bikaranîn."
Banu anî ziman ku sirgûnên hatine destpêkirin amadekariyên operasyona "Vegera Jiyanê" tîne bîra wan û wiha pêde çû: "Em di van fikarên xwe de mafdarin. Di girtîgehên ku girtiyan dişîninê de li aliyekê girtiyên ji dozên nelirêtiyê, li aliyekê yên siyasî û li aliyê din jî ên hîzbullahçi hene. Em ê armanca sirgûnan di rojên pêşde bibînin."

Banu destnîşan kir ku dema girtiyan sewqî nexweşxaneyan tên kirin tengavî tên jiyîn û wiha got: "Girtiyan piştî demek dirêj sewq dikin û bi kepepçe kirî tên dermankirin."

Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê jî bi rêya parêzerên xwe bal kişandin ser pirsgirêkên ku di dema sewqiyatan de tên jiyîn û wiha pêde çûn: "Di dema sirgûnan de amûrên me nadin me. Dest datînin ser lênûsên me û em mecbûr dimînin serê xwe bi ava girtîgehan a bi dermankirî bişun."

Girtiyan bi lêv kirin ku ew naxwazin bên sirgûnkirin û wiha gotin: "Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 9 ya Sîlîvrî ne girtîgeha jinan e."

(aw)