Dayîkên Aştiyê ji bo girtiyan kartên cejnê şandin
14:15
JINHA
SÊRT - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Sêrtê bi vesîleya Cejna Ramazanê ji girtiyên siyasî û girtiyên nexweş re qertên cejnê şandin.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Sêrtê bi vesîleya Cejna Ramazanê ji girtiyên siyasî re qertên cejnê şandin. Dayîkên li ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê hatin cem hev daxuyanî dan. Li ser navê dayîkan Maşallah Işikraslan diyar kir ku dê ji hemû girtiyên siyasî re qertan bişînin û wiha got: "Em bi taybet ji girtiyên nexweş û hemû girtiyan re silavan dişînin. Hêviya me ew e ku demildest serbest bên berdan.Her çiqas di aliyê fîzîkî de me li cem wan nebin em bi rih li cem wan in û ew canên me ne. Hînî em sax bin em dê ji wan re minetdar bin."
Piştî daxuyaniyê dayîk heya ber PTT'ê meşiyan û ji girtiyan re qert şandin.
(zt)