YPG: Êrîşa li ser gundê Serêkaniyê hate şikandin

16:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku piştî şikandina êrîşên berfireh ên çeteyên DAIŞ’ê, şevê din jî bi 3 tirimpêlan êrîşî bajaroka Eyn Îsa hatiye kirin, lê ev êrîş jî hatiye şikandin û operasyonên li herêmê didomin. Navenda YPG'ê destnîşan kir ku li herêma Kobanê jî êrîşa çeteyan hatiye şikandin û li hin cihan jî pevçûn didomin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên operasyonên li herêma Cizîr û Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonên li herêma Cizîrê ev agahî hatin dayîn:

“Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo, di roja xwe ya 64’an de bi tevlîbûna hêzên me yên kantonên Cizîr û Kobanê berdewam dike.

Hêzên me bi şikandina êrîşên çeteyan a li herêma di navbera Eyn Îsa û Çiyayê Kezwanê de derbeyên mezin li çeteyan xistin. Lê rixmê vî jî komên çeteyan bi hêz û çekên tekwiyê ve hewl didin hebûna xwe ya li herêmê biparêzin.

Komên çeteyan şevê din bi 3 maşîneyên leşkerî ve li hember bajaroka Eyn Îsa êrîşekî nû lidar xistin. Bi mûdexaleya hêzên me ve li qadê pevçunên dijwar hatine jiyîn. Hejmara kuştî û birîndarên di vê êrîşê de nehatiye zelalkirin. Piştî pevçunên li vê qadê hin çeteyan xwe li bejahiya bajarok belav kirin û hêzên me ji bo girtina van çeteyan operasyonek da destpêkirin.

Rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir, di van pevçunan de gihîşt şehadetê.

Duh pişt nîvro komên çeteyan êrîş birin ser gundê Şergirat a li ser rêya Girê Spî-Reqqa. Pevçunên dijwar ên ku piştî êrîşên bi 2 baskan hatin lidarxistin destpê kirin, hîn jî bi navber berdewam dikin.

Xebata lêgerîna hêzên me ya li qadên rojavayê çiyayê Kezwanan berdewam dike. Di encama van xebatan de li gundê Bedî 6 termên din ên çeteyan hatine bidestxistin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyonên YPG/YPJ’ê yên li başûrê Kobanê li dijî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de tên meşandin berdewam dikin û wiha hate gotin:

“Komên çeteyên ku bi armanca astengkirina pêşketina hêzên me giranî dane êrîşên xwe, duh siharê li hember gundê Serêkaniyê û Maxaretên êrîşên nû lidar xistin. Hêzên me êrîşên gundê Serêkaniyê bi temamî şikandin, lê pevçunên li gundê Maxaretên hîn jî berdewam dikin.”

(ch)